Partiya Vatanê çû serdana DEM Partiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Vatanê ji bo Cîgirê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ku krîza dil lê da çû serdana DEM Partiyê.

Berpirsên Partiya Vatanê çûn Nexweşxaneya Florence Nightingaleya endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder lê tedawî dibe.

Şandeya bi serokatiya Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Ethem Sancak çû nexweşxaneyê û bi berpirsên DEM Partiyê re rûnişt.

Şande, bi parlamenterên DEM Partiyê Pervîn Buldan, Gulistan Kiliç Koçyîgît û George Aslan re hevdîtinek kir.

Rewşa dawî ya Sirri Sureyya Onder

Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Doganê ragihand ku metirsiya li ser jiyana Sirri Sureyya Onder berdewam e û got, “Sirri Sureyya Onder têkoşîneke mezin a jiyanê dide.”

Ayşegul Doganê diyar kir ku hemû gelên Tirkiyeyê li benda xebereke xweş in û da zanîn:

“Nebûna xebereke nebaş tê wê wateyê ku her tişt baş dimeşe.”

Doganê ragihand ku rewşa Sirri Sureyya Onder stabîl e û anî ziman:

“Em ji vê rewşa stabîlîzasyonê re gelekî deyndar in.

Ji ber ku ev jî rewşeke qonaxa nexweşxaneyê bû ku dihat pêşbînîkirin.

Helbet ev nayê wê wateyê ku metirsiya mezin a li ser jiyana wî berdewam nake.”