DEVA û DEM Partî li Enqereyê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan li Enqereyê civiyan.

DEM Partiyê di çarçoveya pêvajoya aştiyê de cara duyemîn dest bi serdana partiyên siyasî kir.

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê yên Parlamentoyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî li Enqereyê navenda Partiya DEVAyê ziyaret kir û bi Alî Babacan re civiyan.

Wekîlê Serokê Partiya DEVAyê Îbrahim Çanakçi û Alîkarên Serokê Partiya DEVAyê Mehmet Emîn Ekmen, Sadullah Ergîn û Medenî Yilmaz jî beşdarî civînê bûn.

Civîna DEM Partî û DEVAyê ji medyayê re girtî hat kirin.