AK Partî: Em nexşerêya pêvajoyê nû dikin û rêya xwe didomînin

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk derbarê pêvajoyê de got, "Em xebatên xwe yên heta niha careke din dinirxînin û bi nûkirina nexşerêya xwe em dê rêya xwe bidomînin."

Omer Çelîk her wiha ragihand ku pêvajo bi banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û fermanên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan veguheriye polîtîkayeke dewletê.

Desteya Biryarder û Birêvebiriya Navendî (MKYK) ya AK Partiyê, îro bi serokatiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan civîna xwe ya asayî pêk anî.

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk piştî civînê daxuyaniyek da medyayê û li ser rojeva civînê axivî.

"Pêvajo bi banga Bahçelî bû polîtîkayeke dewletê"

Omer Çelîk ragihand ku wan di civînê de bi berfirehî li ser pêvajoya "Tirkiyeyeke Bêteror" gotûbêj kiriye û tekez kir ku ev projeyeke hevbeş a AK Partî û MHPyê ye.

Omer Çelîk red kir ku li ser pêvajoyê di navbera wan û hevpeymana wan MHPyê de nakokî hebin û got:

"Tirkiyeyeke Bêteror, pêvajoyeke wisa ye ku Hevpeymaniya Cumhur bi awayekî yekdeng û wekî yek beden piştgiriyê didê û ava dike.

Ev pêvajo, bi banga dîrokî ya Birêz Devlet Bahçelî û bi fermanên Serokkomarê me veguherî polîtîkayeke dewletê û niha didome.”

Berdevkê AK Partiyê her wiha da zanîn ku tecrubeyeke wan a mezin li ser vê mijarê heye û wiha pê de çû:

"Rîtma vê pêvajoyê ya taybet heye û nabe ku mirov bide ber rîtma siyaseta asayî.

Em wekî AK Partî û Hevpeymaniya Cumhur, bi îradeyeke bihêz û bi awayekî bêrawestan vê pêvajoyê dimeşînin."

"Armanca sereke çekdanîna PKKyê ye"

Omer Çelîk ragihand ku di navbera Hevpeymaniya Cumhur de ji bo gihîştina armancên pêvajoyê hevahengî heye û got:

“Armanca me ew e ku em terorê ji rojeva Tirkiyeyê derxin. Pêvajo bi hêzî tê meşandin.

Armanca sereke çekdanîna PKKyê û feshkirina wê ye. Piştî piştrastkirina çekdanînê dê gavên yasayî bên avêtin.”

Omer Çelîk li ser daxuyaniyên dawî yên Bahçelî yên li ser pêvajoyê jî ev tişt gotin:

"Armanca Birêz Bahçelî rakirina astengiyên li pêşiya Tirkiyeyê ye û Hevpeymaniya Cumhur di pêvajoyê de bi hev re tevdigere.

Helbet di qonaxên cuda de pêwîstî bi nûkirina nexşerêyê heye û Birêz Bahçelî jî qala vê yekê dike.

Bi fermanên Serokkomarê me û daxuyaniyên dawî yên Birêz Bahçelî, em xebatên xwe yên heta niha careke din dinirxînin.

Em dê bi nûkirina nexşerêya xwe, rêya xwe bidomînin."

Berdevkê AK Partiyê destnîşan kir ku ew dibînin hinek kes hewl didin pêvajoyê têk bidin lê ew dê bi ti awayî rê nedin vê yekê.

DEM Partî: Divê gav bên avêtin

Ev gotinên Omer Çelîk ên li ser pêvajoyê di demekê de ne ku Serokê MHPyê Devlet Bahçelî 5ê Gulana 2026an di civîna koma partiya xwe de xwestibû ku statuya Rêberê PKKyê yê girtî Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de were diyarkirin.

DEM Partî jî diyar dike ku ji ber neavêtina gavan pêvajo ketiye rewşeke xitimî û ji desthilatê xwest ku li gorî banga Bahçelî gavan biavêje.