Kurdên siyasî têne mişextkirin
Stenbol (Rûdaw) - Zextên li ser girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi bandora şer û arîşeyên siyasî girantir dibin.
Girtîgehên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê her bi binpêkirinên mafan û rûdanên tund di rojevê de ne.
Bi hezaran girtî bi sedemên cihê têne cezakirin û malbatên wan jî piştî prosedûreke giran dikarin wan bibînin.
Li aliyê din bi sedan girtiyên nexweş jî, tevî raporên saziyên têkildar di bin metirsiya mirinê de têne rawestandin.
Rewşa giran bi destpêka şer û atmosfera siyasî gihîştiye asteke tirsnak.
Bi hezaran girtî taybetî Kurdên siyasî bi hincetên biçûk têne sirgûnkirin û cezakirin.
Li gorî raporan girtiyên nexweş jî nayên tedawîkirin û rewşa di hundir de gihîştiye qonaxeke xetere.
Xwîşka Mûrat Aktaş Girtiyê Nexweş Gulsînem Gurunlu ji Rûdawê re wiha got: “Birayê min nexweşê pençeşêrê ye. Di bi şertên mirinê de tê rawestandin. Dema em diçin serdanê, li hemberî me jî helwesteke dermirovî nîşan didin. Daxwaza me ew e ku bi hêsanî karibin biçin tedawiyê û kontrolên bi cî bên.”
Li gorî raporên İHD û Komeleya Hiqûqnasên Hemçağ niha di girtîgehan de hezar 144 girtiyên nexweş hene ku nêzî hezar kesî ji wan girtiyên siyasî ne û ji sedî 90ê wan jî kurdin. 162 ji wan girtiyan bi giranî nexweşin ku 82 ji wan nexweşên pençeşêrê ne. Tevî ku bixwe nikarin pêdiviyên xwe bi cî bînin jî ew nayên berdan.
Nûnera Komeleya Hiqûqnasên Hemçağ parêzer Seher Dursun jî diyar kir ku rayedarên girtîgehan pêvajoya dermankirinê bi derengiyê dixe û wiha domand:
“Gelek caran ew û nexweşxane bi hevkarî tev digerin. Nayê xwestin ku girtiyên siyasî bi tu awayî bêne berdan. Gelek nexweşên giran hene û nahêlin ku qe nebe dema ku bimirin li gel malbatên xwe bin. Mafê mirineke însanî jî nadin wan.”
Li gorî agahiyên ku malbat û parêzerên wan didin, nexweşî û tedawî nekirin ji bo girtiyan weke cezeyekî duyem tê bikaranîn.
Rêveberiyên girtîgehan wan bi sedemên kêfî naşînin kontrolê û derman jî bi himan hincetan nadin wan.
Di 10 salên dawîn de zêdetirî 100 girtiyan bi nexweşiyên cihê jiyana xwe jidest dane.