Lûtkeya Tirkiye, Rûsya û Îranê – `Dibe ku çarçoveya operasyonê bê sînordarkirin`
Enqere (Rûdaw) - Mijara operasyoneke serbazî bo Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê hê jî li Tirkiyê rojeveke sereke ye. Berpirsên hikûmeta Tirkiyê berdewam behsa wê yeke dikin ku ji bo operasyonê hemû amadekariyên serbazî hatine kirin. Lê Tirkiye dixwaze ku du welatên sereke yên navçeyê Rusya û Îranê jî ji bo operasyonê qanih bike. Lekolîner Oral Toga dibêje “Ji bo Tirkiyê ji bilî operasyonê ti rêyên din tine. Eger behsa alternatîfeke din bê kirin dê suprîz be. Lê dibe ku çarçoveya operasyonê were sînordarkirin.
Di demekê de ku Serokomarê Tirkiyê li Tehranê beşdarî lûtkeya sêalî ya di navbera Tirkiye, Rusya û Îranê de dibe, mijara operasyoneke Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê û Suriyê hê jî rojeveke germ e. Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan di derbarê operasyonê de dibêje "Ez cereke din radigihînim. Em niha diçin qonaxeke nû ya pabendbûna me bi çêkirina navçeya aram bi kûrahiya 30 kîlometre bi dirêjahiya sînorên me li başûr. Navçeyên Til Rifat û Minbic ji terorîstan paqij dikin."
Ji Navenda Lêkolînên Îranê ( Îram) Lekolîner Oral Toga dibêje “Ji bo Tirkiyê ji bilî operasyonê ti rêyên din tine. Eger behsa alternatîfeke din bê kirin dê suprîz be. Lê dibe ku çarçoveya operasyonê were sînordarkirin. Dibe ku ji bo daxwazên Sûriyê, Rûsya û Îranê werin bicih hindek gav werin avêtin. Lê ji bo ku hêzên YPGê û PKKê ji deverê bên derxistin bêyî operasyonê çi rêyên din nîne.”
Seredana serokomarê Tirkiyê bo Tehranê û hevdîtinên wî bi Putîn û Reîsî re jî weke hewlên qanih kirina Rusya û îranê hatine şirove kirin. lê li enqerê behsa ihtimaleke din jî tê kirin. ew jî ew e ku Rusya û îran dê Tirkiyê ji bo danustanên di gel hikumeta suriyê qanih bike û operasyon jî nahê encam dan.
Serokê Navenda Kafkasamê Prof. Dr. Hasan Oktay got “Em wisa pêşbînî dikin ku Rûsya û Îran dê ji Tirkiyê daxwaz bikin ku Tirkiye bi hikumeta Sûriyê re bikeve nav danûstandinan. Çûna Wezîrê Derve yê Sûriyê bo Îranê û doh û îro hatina hindek berpirsên Sûrîyê bo Tirkiyê jî didin xuyakirin ku ihtimala destpêkirina danûstandina hene. Lê em nikarin bêjin dê di demeke nêzîk de agirbest were ragehandin û hemû pirsgirêk dê çareser bibin. Lê tiştê xuya ew e ku dê pêngavek were avêtin.”
Çûna Wezîrê Derve yê Sûriyê bo Tehranê jî ku hevdem bû digel seredana Erdogan şiroveyên di derbarê hevdîtinên di navbera Sûriye û Tirkiyê de bihêztir dikin. Herwiha li gorî zanyariyên Rûdawê dê rojên pêşiya me berpirsekî bilebilind ê Suriyê seredana Tirkiyê bike.