Sezgîn Tanrikulu: Girtina Selahattîn Demîrtaş ne hiqûqî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Amedê yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Sezgîn Tanrikulu bertek nîşanî redkirina daxwaza berdana Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê da û diyar kir ku girtina wan ne hiqûqî ye.

22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, daxwaza berdana Hevserokên Giştî yên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdagê red kir.

Dadgehê ev biryar tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) 3 caran biryara binpêkirinê dabû, sitand.

Wekî hincet jî hat nîşandan ku “biryara DMMEyê hîn teqez nebûye.”

Parlamenterê CHPyê Sezgîn Tanrikulu piştî biryarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û got:

“Dadgeh îro dibêje ku biryara DMMEyê ne teqez e.

Rast e, piştî ku biryar ji aliyan re tên ragihandin 3 meh dem pêwîst e lê Tirkiyeyê biryara berê ya teqez jî bi cih neanîbû.

Wekî ku di wergera biryara dadgehê de jî bi zelalî tê gotin, Tirkiyeyê Selahattîn Demîrtaş bi awayekî neqanûnî girtiye û ew hîn jî girtî ye.

Dadgeh dibêje, 'Ji bo girtina Demîrtaş ti sedemên maqûl ên gumanê nînin ku karibe çavdêrekî ji rêzê îqna bike.'

Eger ji bo girtinê sedemên maqûl nebin, ji bo mehkûmkirinê jî nînin.

DMME bi van gotinan, di rastiyê de, eşkere biryara mehkûmkirina Demîrtaş, mehkûm dike.”