Li Enqereyê lehî rabû: Mal û otomobîl di bin avê de man

Enqere (Rûdaw) - Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê piştî baraneke gur lehî rabû, mal û otomobîlên welatiyan di bin avê de man û kesek bi sivikî birîndar bû.

Lehiyê herî zêde bandor li navçeya Keçîorenê kir û tîmên şaredariyê, parêzgariyê û AFADê ji bo paqijkirina şopên lehiyê û tespîtkirina ziyanê dest bi xebatê kirin.

Li taxa Adnan Menderesê ya navçeya Keçîorenê, avê bi ser gelek mal û kargehan de girt û otomobîl di nava heriyê de man.

Welatiyên ku malên wan di bin avê de mabûn, bi derfetên xwe hewl da ku av û bermahiyên lehiyê ji malên xwe derxînin.

Welatiya bi navê Gulcan Tepeyê ku zerer dîtiye, got:

“Me li malê amadekariya şîvê dikir, ji nişka ve baranê dest pê kir.

Bi hawara cîranan re em çûn ber pencereyê û me dît ku otomobîla me di nava avê de maye.

Ji ber ku sala borî jî lehî rabûbû, qatên jêrîn hatibûn valakirin.

Ji nişka ve mala me jî bi avê tije bû û me bi zorê xwe avêt derve.”

Birêvebirê apartmanê Erdal Akçan jî da zanîn ku dema baran dibare ew heman pirsgirêkê dijîn û anî ziman:

“Em li îdareya avê geriyan lê wan bersiv neda.

Em li tîmên hawarçûnê û AFADê geriyan, wan jî got ku tiştekî ku ew bikin nîne.

Em nizanin dê kî çareser bike. Kî dê li halê me bipirse?

Heyfa vî miletî ye. Wekî mînak, wî welatiyî alîkarî ji şaredariyê xwestibû lê wan tenê deriyê mala wî çêkir.

Li xaniyê kêleka wî, hema bêje dîwarekî saxlem nemaye.”

“Cihekî digirin, ji cihekî din derdikeve”

Av û herî heta nava malan çûye û welatî li benda alîkariyê ne.

Li gorî wan, sedema sereke ya lehiyê ew e ku jêrxaneya taxê têrê nake û boriyên veguhastina ava baranê biçûk in.

Welatiyekî din ê bi navê Kadîr Yanki jî wiha axivî:

“Ev mala min e. Berê avê li mala min nedixist lê pêşiya me hat girtin û niha av tê mala min jî.

Cihekî digirin, ji cihekî din derdikeve. Pêwîst e berê avê bidin boriyên avê lê du karmendên şaredariyê yên neşareza tên û ew jî nizanin çi bikin.

Wan boriyeke 20 santîmî danî lê pêwîst e boriyeke mezintir were danîn.

Herikîna avê zêde ye lê borî biçûk in.”

Ji ber barana gur, ji bilî navçeya Keçîorenê, di heman demê de li navçeya Mamakê jî gelek dikan û otomobîlan zerer dît.