Partiya Vatanê dê ji bo PKKyê daxwaza efûyê bike

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Vatanê ragihand ku ew dê ji bo gerîlayên PKKyê yên ku çekên xwe danîne, derxistina efûyê bikin.

Li gorî daxuyaniya Partiya Vatanê, Sekreterê Giştî yê partiyê Ozgur Bursali dê roja 20ê Tîrmehê, li Amedê daxuyaniyekê bide çapemeniyê.

Partiya Vatanê da zanîn ku ew ji bilî DEM Partiyê, yekane partî ne ku beşdarî merasîma sembolîk a çekdanîna gerîlayên PKKyê bûne û ew wek partî di wê baweriyê de ne ku pirsgirêk dê bi yasayeke efûyê were çareserkirin.

Di daxuyaniyê Partiya Vatanê de wiha hatiye gotin:

“Partiya Vatanê tekane partî ye ku dibêje piştî çekdanîn û xwefesixkirina PKKyê pirsgirêk dikare bi efûyeke yasayî were çareserkirin.”

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perînçek e û wî di hilbijartinên giştî yên sala 2023an de nêzîkî 52 hezar deng wergirtibûn.