Karkeriya demkî canê 8 karkerên kurd stend
Sakarya (Rûdaw) - Karkerên komkirina bindeq an jî findiqan, ku ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê çûbûne bajarê Sakaryayê, bûne qurbanê bûyereke trafîkê û di encamê de 8 kesan jiyana xwe jidest da, 9 kes jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên derdorê têne dermankirin. Termê karkerên ku jiyana xwe jidest dan jî ber bi Mêrdînê ve hatine veguhestin.
Karkeriya demkî careke din bû dawiya jiyana 8 kurdên ji Bakurê Kurdistanê.
Duh Înê 18-08-2017, 3 malbatên ku ji bo karên komkirina findiqan çûbûne navçeya Hendekê ya bi ser bajarê Sakaryayê, dema serê sibehê diçûn nava baxê findiqan, traktora wan qulipî newalekê. Di bûyerê de 8 kes mirin û 9 kes jî birîndar in.
Nîştecihê herêmê Alî Komût dibêje: “Ez di xewê de bûm û ez bi dengê hewara wan şiyar bûm. Ji jorê de dihatin û qîre qîra wan bû. Heta ku em derkevin troktor welqitî nava wê çalê. Em gihîştin me ew ji wir derxistin lê 7 li vir miribûn.”
Herwiha Kemal Komût jî diyar dike: Ez û kekê min em hatin hewara wan û hewl da ku em alîkariya wan bikin. Me hema xeber da nexweşxaneyê û di nava 15 xuleqan de ambûlans hatin. Ew 10 roj in ku li vir kar dikirin. Hemû eqrebeyên hev bûn.”
Piştî bûyerê 10 ambûlans gihîştin gundê Çamlicayê û birîndar û termên karkeran veguhestin nexweşxaneyan. Hejmarek ji xelkê Mêrdînê ku li wê derdorê heman karî dikin jî li ber nexweşxaneyê gihîştin hev.
Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglû jî li nexweşxaneya Hendekê ya dewletê serdana birîndaran kir û got: “Xwedê rehma xwe li ên ku jiyana xwe jidest dan bike. Ew ji bo nanê xwe di nava mercên giran de kar dikin. Qezayeke wiha pêk hat û em gelekî xemgîn in. Dewleta me, bijîşk û nexweşxaneya me ya ku ji destê wan tê kirine û hêvîdar im careke din wê kareseteke wiha nebe.”
Xizmê karkeran Sebahattîn Boz jî got: “Ez bixwe li Stenbolê dimînim. Me bihîst û em yekser hatin vir. Apê min jî jiyana xwe jidest daye di vê qezayê de. Temamê karkeran ji Qosera Mêrdînê ne. Mixabin em bi tabloyeke wiha giran ve rûbirû man. Apê min û dotmama min jî mirine mixabin.”
Bi hezaran xelkê ji Bakûrê Kurdistanê her sal ji bo karê findiqan berê xwe didin bajarên weke Sakarya, Kocaelî, Bolû û bajarên din ên herêma behra reş. Her sal jî qezayên bi heman rengî çêdibin û gelek caran jî ew rastî êrîşên netewperest tên. Li aliyê din xizmên karkeran jî berev bi Sakaryayê ve ketin rê. Herwiha termê karkeran jî bo bajarê Mêrdînê hatin veguhestin.