Li Enqerê ji bo koçberan pêşangeha wêneyan

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyê gelek caran bername û çalakiyên cuda cuda ji bo koçber û penaberan tên birêve birin. Herî dawî Saziya Ragihandin û Enformasyon a Serokwezîriya Tirkiyê çalakiyeke hunerî li dar xist û li ser jiyana koçber û penaberan pêşangeheke wêneyan hate vekirin. Her çend bername bernameyeke hunerî jî bû, lê rayedarên Hikûmeta Tirkiyê yên beşdar peyamên siyasî belav kirin.

 

Tirkiye di meselaya penaber û koçberan de nerazîbûna xwe li hember yeketiya ewropayê bi dengekî bilidtir bilêv dike. Alîkarê serokwezîrê Tirkiyê Hakan Çavuşoglu di dema beşdariya xwe ya di  pêşangeha wêneyên koçberan de ji Rûdawê re li ser helwesta Tirkiyê ya di derbarê meseleya koçberan de daxuyaniyek da.

 

Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Hakan Çavuşoglu diyar kir: “Tirkiye ji bo dabînkirina pêwistiyan li hemû erdnigariya mazlûm û mexdur, bêyî ku ferqekê di navbera nasname û olan de bibîne karên xwe berdewam dike. Ev taybetî ye weke tedrîsateke dîrokî ji aliyê nijada me ve ji bo me maye. Dema ku ez van wêneyan dibînin çavê min tije hêsir dibin.”

 

Di heman pêşangehê de Alîkarê Nûnerê Neteweyên Yekbuyî bo Karûbarên Penaberan Paolo Artini jî amade bû. Artini li ser meseleya koçber û penaberan behsa çalakî û xizmetên Tirkiyê kir.

 

Pêşangeh û bernameya koçber û penaberan bi piştgriya AFAD a Tikriyê û Saziya Ragihandin û Enformasyona Serokwezîriya Tirkiyê Mehmet Akarca bi rê ve çû ku serokê giştî yê vê saziyê jî ji helwesta dewletên cihanî dilgiran e.

 

Mehmet Akarca di pêşangehê de diyarkir: “Em gelek meraq dikin, gelo dewletên ku gelek pereyên wan hene û di aliyê aboriyê de di listeyên pêşiyê de cih digirin , çima di meseleya alîkariyan de jî di rêza yekem, duyem û sêyem de cihê xwe nagirin?”

 

Herwiha di bernameyê de Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Recep Akdag, beşek zarokên koçber û nûnerên çend saziyên fermî yên Tirkiyê jî amade bûn.