Li Stenbolê li dijî hikûmeta Îranê çalakiya nerazîbûnê hat lidarxistin

19-10-2022
RÛDAW
Çalakiya nerazîbûnê ya li pêşiya avahiya Konsulxaneya Îranê ya li bajarê Stebolê
Çalakiya nerazîbûnê ya li pêşiya avahiya Konsulxaneya Îranê ya li bajarê Stebolê
Nîşan Stenbol Xwepêşandan Îran Rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li pêşiya avahiya Konsulxaneya Îranê ya li bajarê Stebolê yê Tirkiyê roja Dûşembê 17ê Cotmehê hejmarek ji welatiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku li bajarê Stebolê dijîn careke din dijî canjidestdana Jîna Emînî û bo piştgiriya xwepêşandanên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kom bûn.

Hejmarek ji xelkê Stebolê jî beşdarî di xwepêşandanê de kirin.

Wahid, welatiyê Îranê yê niştecihê Tirkiyê dibêje, “Vê carê rewş cuda ye. Ji ber vê carê bi rastî rejîma Îranê wek şer ligel welatekî biyanî bike wiha ye. Rojane hejmara kesên tên kuştin zêdetir dibe. Êdî xelk gelekî bêzar bûye. Ev hemû mirin heta kengî? Wê heta ku biçe? Ji ber rojane hejmara xwepêşanderan zêdetir dibe, bi piştgiriya Xwêdê emê vê carê ji wê rejîma kujer û tawankar rizgar bibin.”

Ew li dijî serkutkariyên hikûmeta Îranê, piştgiriyê didin nerazîbûnên xelkê welatê xwe.

Welatiya Îranî ya beşdar di wê çalakiyê de Hana Aza dibêje, “Vê carê her kes rabûye ser piyan, hemû bajar rabûne ser piyan. Hewqasî kujer in her kesê rabûye ser piyan dikujin, ji ber êdî baweriya mirovan bi wan nemaye û her tiştê wan dizanin.”

Xwepêşander daxwazê ji Encûmena Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî dikin ku bilez li ser vê mijarê bicive û bûyerên li Îranê çêdibin lêkolîn bikin.

Turan, welatiyê Îranî yê niştecihê Tirkiyê jî dibêje, “Du roj berî niha li Zîndana Êvîn ku zindaneke bi nav û deng e li Îranê, gelek kes hatin kuştin û agir bi zindanê ket, em dilgiran in bo wan kesên ji aliyê hikûmetê ve hatine desteserkirin û niha di metirsiyê de ne.”

Canjidestdana Jîna Emînî di 16ê Îlonê de ku li gor bavê wê ji ber îşkenceya polîsan canê xwe ji dest daye, pêleke nerazîbûnan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi pey xwe de anî.

Zêdeyî mehekê ye xwepêşandan û nerazîbûn li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam in, li gelek bajarên cîhanê jî xwepşandan û meş bo piştgiriya xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê tên kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst