Hevserokên DEM Partiyê çûn serdana Demîrtaş: ‘Divê werin berdan’

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokên Giştî yên Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari çûn serdana Selahattîn Demîrtaş û Selçuk Mizrakli.

Tulay Hatimogullari piştî serdanê ragihand ku Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê berê yê Amedê Selçuk Mizrakli xwedî hêviyeke aştiyê ne û piştgiriyê didin pêvajoya çareseriyê.

Hatimogullariyê diyar kir ku divê Tirkiye biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi cih bîne û Demîrtaş û girtiyên din ên Doza Kobaniyê berde û got:

"Selahattîn Demîrtaş got, ji bo tenduristiya pêvajoya çareseriyê divê dest bi gavên yasayî were kirin.”

Hevserok Tuncer Bakirhan jî anî ziman ku Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî yên Doza Kobaniyê dikarin sûdeke mezin bigihînin pêvajoyê û divê demildest werin berdan.

Bakirhan da zanîn ku bêtawaniya girtiyên Doza Kobaniyê bi biryara dadgehê hatiye îsbatkirin.

Tuncer Bakirhan derbarê pêvajoyê wiha axivî:

"Em di pêvajoyeke nû de ne, em li ser pêvajoyeke nû nîqaşê dikin.

Eger mirovên bêtawan û kesên ku 10 sal in di zîndanan de ne, neyên berdan û azad nebin, em dê çawa daxwaza bawerî û piştgiriya vê pêvajoyê bikin?

Ji ber wê jî, kesên ku bêtawaniya wan hatiye îsbatkirin, di serî de Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û hevalên me yên di Doza Kobaniyê de hatine girtin, divê demildest werin berdan.

Eger bi rastî em pêvajoyekê dimeşînin û baweriya me pê heye, wateya wê nîne hevalên me yên ku dikarin sûda herî mezin bigihînin pêvajoyê di hucreyên girtîgehan de girtî bimînin.

Wekî ku seroka me got, em bawer dikin ku dê hevalên me sûdeke mezin bigihînin pêvajoyê û cihê wan ne girtîgeh e, divê li cem me bin.

Divê ew demildest werin berdan da ku em li gel wan aştiyê di nava civakê de belav bikin.”