Zarokek ji ber êşa zik çû nexweşxaneyê lê derket holê ducanî ye

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çaycumayê ya Zonguldakê, keçeke 16 salî bi gilî û gazina êşa zik a dijwar çû nexweşxaneyê lê derket holê ku ducanî ye.

Zarok bi emeliyatê ji zikê dayîka xwe hat derxistin lê hat zanîn ku di zikê dayîka xwe de miriye.

Li gorî nûçeya DHAyê, li navçeya Çaycumayê ya Zonguldakê B.Tya 16 salî bi gazina êşa zik a dijwar çû nexweşxaneyê.

Di kontrolan de derket holê ku B.T. cucanî ye û êşa welidandinê dikişîne.

Zarok di zikê dayîkê de miribû

Piştî ku B.T. bi lezgînî birin emeliyatê hat zanîn ku zaroka wê di zikê dayîka xwe de miriye.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya B.T.yê piştî emeliyatê baş e.

Birêvebiriya nexweşxaneyê cendirme ji bûyerê agahdar kirin.

Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Çaycumayê derbarê bûyerê dest bi lêkolîn kir û îfadeya B.T.yê hat wergirtin.

Serdozgeriya Komarê jî derbarê mijarê dest bi lêpirsînê kir.