Mîdîbusek wergeriya: Miriyek û 32 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Buldanê ya parêzgeha Denîzliyê ya Tirkiyeyê mîdîbusek wegeriya û di qezayê de kesek mir û 32 kesên din jî birîndar bûn.
Mîdîbusa ku nasnameya şofêrê wê hê ne diryar e li gundê Bolmekayayê yê Buldanê wergeriya.
Li ser agahdarkirin tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiyê çûn cihê qezayê.
Tîmên tenduristiyê tesbît kir ku kesek miriye.
Di qezayê de şofêr û 31 kesên di mîdîbusê de jî birîndar bûn.
Tîmên tendursitiyê birîndar bi ambulansan birin nexweşxaneyên li bajêr.
Hat ragihandin ku kesên di wesayîtê de bûn, ji Îzmirê ji bo gereke rojane diçûn bajêr û vedigeriyan.