Ji Hakan Fîdan pirsî: Efrîn di destê kê de ye, rola Tirkiyeyê çi ye?
Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Kamuran Tanhan bertek nîşanî Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan da û li ser Efrînê got, “Îro birêvebiriya fiîlî û îdarî ya Efrînê di destê kîjan avaniyê de ye? Rola Tirkiyeyê ya li ser vê birêvebiriyê çi ye?”
Komîsyona Plan û Budceyê ya Parlamentoyê, li ser budceyên Wezareta Karên Derve û saziyên girêdayî wê gotûbêjên xwe didomîne.
Di civînan de Parlamenterê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) yê Mêrdînê Kamuran Tanhan axivî û diyar kir ku pirsgirêkên li herêmê, bi taybetî jî doza Kurdan, xwedî dîrokeke sed salî ye.
Tanhan bi bîr anî ku sînorê Tirkiye û Sûriyeyê (Bakur û Rojavayê Kurdistanê) bi Peymana Enqereyê ya sala 1921ê hatiye diyarkirin û bi Peymana Lozanê ya 1923yan misoger bûye.
"Ev sînor nexşeyeke çêkirî ye”
Tanhan got ku bi van peymanan Kurdistan ji aliyê hêzên serdest ve hatiye perçekirin û wiha pê de çû:
"Ev sînor nexşeyeke çêkirî ye ku li ser maseyê hatiye xêzkirin û vîna gelan, avahiya civakî, çand, ziman û jiyana hevbeş li ber çavan nagire.
Pratîkên di van sed salan de nîşan da ku van sînoran nekariye rastiya gelê Kurd, pêwendiyên dîrokî û yekîtiya civakî ji holê rakin."
Kamuran Tanhan Peymana 10 adarê jî bi bîr xist û xwe li axaftinê berda:
"Peymana 8 xalî ya ku 10ê Adarê di navbera Fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî û Colanî de hatibû îmzekirin; sernavên krîtîk ên wekî agirbest, vegera penaberan, birêvebirina çavkaniyan û beşdarbûna di saziyên dewletê de li xwe digirtin lê bi îlankirina destûra demkî ya yekalî ji aliyê Colanî ve ev pêvajo di demeke kurt de xitimî.
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê erkên xwe yên di çarçoveya peymanê de bi cih neanîn.
Birêz Wezîr, yek ji sedemên vê xitimandinê jî nêzîkatiyên Tirkiyeyê yên dûrxistinê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.
“Li Efrînê binpêkirin didomin”
Mijareke din jî rewşa Efrînê ye. Efrîn dilê çandiniyê yê herêmê ye ku di dîrokê de Kurd lê zêde bûne û bi milyonan darên zeytûnan lê hene.
Lê piştî Operasyona Şaxê Zeytûnê ya sala 2018an, gelek îdiayên giran di raporên neteweyî û navneteweyî de cih girt.
Hinek ji van îdiayan ev in: Guhertina demografiyê, koçberkirina bi darê zorê, revandin û standina fidyeyê, binpêkirina mafê milkiyetê, rûxandina zeytûnan û bazirganiya bêkontrol.
Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di rapora xwe ya hefteya borî de diyar kir ku darên zeytûnan û daristanan ên ji 100 salî mezintir tên birîn, şert û mercên jiyanê yên xelkê Efrînê roj bi roj xirabtir dibin û Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO) binpêkirinên xwe yên li hemberî xelkê herêmê didomîne. Her wiha hatiye diyarkirin ku ofîsa aboriyê ya girêdayî SMOyê biryar daye ku xelk nikare bêyî destûra fermî zeviyên xwe yên çandiniyê biçîne.
“Di destê kê de ye?”
Birêz Wezîr, ez ji we dipirsim: Îro birêveberiya fiîlî û îdarî ya Efrînê di destê kîjan avaniyê de ye? Rola Tirkiyeyê ya li ser vê birêveberiyê çi ye?
Heman rewş ji bo Serê Kaniyê jî derbasdar e. Kontrola zeytûn û hilberîna çandiniyê ya li Efrînê di destê kê de ye?
Di van pêvajoyan de Tirkiye xwedî kîjan desthilat û berpirsyariyê ye?
Gelo Wezareta we li ser îdiayên birîna daran, binpêkirina mafên milkiyetê û girêdana hilberîna çandiniyê bi destûrê yên ku di raporên SOHRê de hatine diyarkirin lêkolînekê dike?
Tirkiye aktoreke girîng a herêmî ye ku dikare beşdarî aştî û jinûveavakirinê li Sûriyeyê bibe.
Ji bo vê yekê, pêwîst e ku pêwendiyên sazûmanî bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re bên pêşxistin, Birêz Wezîr.”