AK Partî biryara çûna Îmraliyê dide

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên Komîsyona Parlamentoyê yên AK Partiyê dê li navenda giştî ya partiyê bicivin û biryara çûna Îmraliyê bidin.

Li gorî zanyariyên Nûçegihanê Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî, endamên Komîsyonê yên AK Partiyê dê sibê saet 15:00an bicivin û mijara çûna Îmraliyê gotûbêj bikin.

Nîqaşên li ser çûna Komîsyona ya Îmraliyê didomin.

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî duh di civîna koma partiya xwe de gotibû, "Astengkirina çûna Îmraliyê bêwate ye.

Eger ti kes newêre biçe, ez dê 3 hevalên xwe bi xwe re bibim û ji çûna Îmraliyê dudilî nabim.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî îro di civîna koma partiya xwe de pesnê Bahçelî da û got, "Birêz Bahçelî ji roja yekem ve bi daxuyaniyên xwe yên wêrek, rê li ber pêvajoyê vekiriye."

Erdogan her wiha li ser daxuyaniya Bahçelî ya "Ez dê biçim Îmraliyê" got, " Komîsyona Hevgirtin, Biratî û Demokrasiyê dê biryara herî rast bide."