Girtîgeha Îmraliyê rê neda ku raporên SAMERê bigihîjin Ocalan
Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatora Navenda Lêkolînên Meydanî ya SAMERê Yuksel Gençê ragihand ku Birêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê rê neda raporên SAMERê yên li ser pêvajoyê bigihîjin Abdullah Ocalan
Yuksel Gençê her wiha diyar kir ku raporên ku wan şandibûn, ji aliyê girtîgehê ve hatine redkirin û ji wan re hatine vegerandin.
Navenda SAMERê 10ê Çiriya Paşîn çend raporên xwe bi rêya kargoyê ji Abdullah Ocalan re şandin.
Lê Birêvebiriya Girtîgeha Îmraliyê rê neda ku ew rapor bigihîjin destê Ocalan û ew li navendê vegerandin.
Koordînatora Navenda Lêkolînên Meydanî ya SAMERê Yuksel Gençê îro ji Rûdawê re derbarê mijarê û naveroka raporan axivî.
Naveroka raporan çi bû?
Yuksel Gençê li ser naveroka raporan wiha got, “Me raporên xwe yên lêkolînê yên meydanî yên li ser rewşa civakê ku di nava salê de amade kiribûn şandin girtîgeha Îmraliyê.
Yek ji lêkolînan li ser bûyerên xwekuştinê yên li Tirkiye û navçeyê bû.
Yek li ser bikaranîna madeyên hişbir û ciwanan û pirsgirêkên ciwanan bû.
Yek li ser tundiya li dijî jinan û hejariya jinan bû.
Yek jî derbarê pêvajoya dawî bû wate ji bo fêmkirina têgihiştin, refleks û helwesta civakê ya li hemberî pêvajoya aştiyê hatibû amadekirin."
Yuksel Gençê tekez kir ku ev rapor jixwe ji raya giştî re vekirî bûn û naveroka wan ji aliyê her kesî ve dihat zanîn.
"Nîşana tecrîdê ye"
Yuksel Gençê sedema şandina raporan jî wiha rave kir:
"Me bi wê baweriyê şand ku zanîna lêkolînên meydanî ji bo mixatabekî ku pêvajoyê dimeşîne girîng e.
Lê belê raporên ku me şandin nehatin qebûlkirin. Li ser nivîsa vegerandinê tenê hatibû nivîsandin ku 'ji aliyê birêvebiryê girtîgehê ve nehatiye qebûlkirin'."
Yuksel Gençê ev yek wek nîşana tecrîdê nirxand û got:
"Ji vir em fêm dikin ku mijara tecrîdê hîn nehatiye derbaskirin. Birêvebiriye wiha heye ku şandina raporên ji raya giştî re vekirî jî wekî pirsgirêk dibîne.
Diyar e ku li ser mafê gihîştina agahiyan ê yek ji aktorên herî girîng ê pêvajoyê, biryar û tasarrufeke cidî heye."