Hêj li Tirkiyê zindan dojeh e

19-12-2013
RÛDAW
A+ A-

Uzey Bulut 


Enqere (Rûdaw)- Sendîkaya parêzerên Amedê dibêje zindaniyên parêzgehên Mûş û Wanê tên îşkencekirin û rastî reftareke xirab tên. Herwiha dibêje ku rûniştinên dadgehkirina zindaniyan bo bajarên dûr tên veguhastin, da ku ew nikaribin piştgiriya yasayî ji wan re dabîn bikin.

Komisyona zindaniyan a li ser wê sendîkayê dibêje tevî proseya aştiyê di navbera Enqere û PKKê de, heta niha ti guherîn di rewşa girtiyên kurd de pêknehatiye. Komisyona zindaniyan di raportekê de dibêje: “Di 28.10.2013ê de pêdiviyên taybet ên girtiyan wek kitêb, defterên bîranînan û wêneyan bi kotekî ji girtiyên parêzgeha Mûşê hatine standin.”

Di heman demê de girtî rastî şîdeta fîzîkî, gef û destdirêjiyan hatine. Raport dibêje: “Hinek girtiyên jin di encama lêdan û îşkenceyê de xwîn ji ber wan çûye.” Tê gotin ku hinek girtiyên jin ji aliyê birêveberên zindanê bi ser erdê de hatine rakişandin û yek ji zindaniyan ji nêrdewanê avêtine xwarê. Herwiha heft girtî li yekê ji cihê derkêşana hewayê heta çend demjimêran hatine hepskirin û hinek girtiyên din rastî lêdan û îşkenceyê hatine.

Li gor raportê, tevî ku parêzerê girtiyan li wir amade bû, lê tiştekî nekiriye, da ku şîdetê rawestîne. Herwiha meha borî gava ku girtiyan wek protesto agir dadan, rêveberiya hepsê bi qest vemirandina agirê wan dereng xist, dûre jî rê neda ku tîma saxlemiyê raporta saxlemiya girtiyan pêşkêş bike.

Komisyon behsa bûyereke din a îşkenceyê li girtîgeha Wanê dike. Di wê girtîgehê de hinek girtî, ku ji zindaneke din reviyabûn û dûre hatibûn zindana Wanê, li wir rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatibûn. Herwiha li dadgehê jî nehiştine berevaniya xwe bikin. 

Oyuk Çakmak, ku yek ji parêzerên sendîkaya parêzerên Amedê ye, ji Rûdawê re got ku tevî proseya aştiyê li Tirkiyê ti guherîn di rewşa zindaniyên kurd de pêknehatiye: “Pirraniya girtiyên kurd bo zindanên cûreya F yên takekesî li bajarên rojavayê Tirkiyê hatine şandin. Hêj ti girtiyek wek beşek ji proseya aştiyê nehatiye azadkirin. Hikûmeta Tirkiyê tew yasayên xwe jî bi cih nake.” 

Berpirsên herdu zindanan ji Rûdawê re gotin ku ew bi tenê fermanên Wezareta Dadê cîbicî dikin û veguhastina girtiyan jî ji bo kêmkirina qerebalixiyê ye. Seroka Federasyona Hevxemiyê Ligel Xizmên Girtiyan, Zeyneb Teker, ji Rûdawê re got eger dixwazin proseya aştiyê dewam bike, pêwist e hikûmet girtiyên siyasî azad bike: “Azadkirina girtiyên siyasî mercekî bizava siyasî ya kurdî bû, da ku aştiyê pêk bê. Lê hikûmetê ji bilî 7 girtiyên nexweş, ti girtiyekî siyasî azad nekiriye.” 

Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê jî daxuyand ku bi dehan girtiyên siyasî ji girtîgeha Mêrdînê birine zindana Tekîrdagê. Li gor daxuyaniyê, girtiyên nexweş ên beşa E, ku wan ji bo dîtina doktor dibin, kelepçekirî li odeyekê tên danîn, da ku bendewariya doktor bikin. Komeleya Mafên Mirovan a Mêrdînê vê yekê weke “îşkence û reftara xirab” bi nav dike.

Serokwezîrê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotinekê de hêviya efûya giştî nehişt, dema got “efûya giştî dernakeve. Min ev gellek caran gotiye.” Lê Erdogan vê dawiyê di gotineke li Amedê de got ku “heps tên valakirin û ewên ku li çiyayan in jî – ku mebesta wî  endamên PKKê ne - tên jêr û vedigerin malên xwe.”  

 



                                                                                   

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst