Berhemhênerên şîr û goşt hişyariyê didin
Hewlêr (Rûdaw) Komeleya Xwedîkirina Ajel û Berhemhênerên Şîr û Goşt nerazîbûn li beramber daketina berdewam a nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî nîşan da û got: “Rewşa sektora şîr û goşt cihê nîgeraniyê ye. Em wek berhemhêner pêşiya xwe nabînin. Eger rewş wiha berdewam bike em dê di peydakirina madeyên xam ên êm de zehmetiyan bibînîn.”
Roja Pênçşembê 15ê Kanûna 2021ê Banka Navendî ya Tirkiyê rêjeya faîzê daxist, piştre yekser bihayê lîreyê Tirkî li beramber dolarê Amerîkî û diravên biyanî bi awayek tûnd daket û ev daketin berdewam e. Piştî daxuyaniya Banka Navendî her dolarek Amerîkî gehişte derdora 17 lîreyên Tirkî. Vê yekê wek hemû kelûpel û pêdiviyên sereke ên jiyanê, bandoreke nerênî li berhemên şîr û goşt jî kir ku ew berhemên herî girîng in bo welatiyan.
Komeleya Xwedîkirina Ajel û Berhemhênerên Şîr û Goşt a Tirkiyê di daxuyaniyekê de nerazîbûn li beramber daketina nirxê lîreyê Tirkî nîşan da û got: “Rewşa sektora şîr û goşt cihê nîgeraniyê ye. Em wek berhemhêner pêşiya xwe nabînin. Hêza me nema ku em xwe li ber xerciyên zêde rabigirin. Eger wiha berdewam bike em dê ji meha Adarê û şûnde di peydakirina madeyên xam ên êm de zehmetiyan bibînin.
Ew komele herwiha hişyariyê jî dide û dibêje: “Eger serjêkirina çêlekan berdewam bike, dê di mehên havînê de berhemanîna şîr dakeve û ji ber daxwazên sektora geştiyariyê jî welatî, dê di peydakirina şîr de zehmetiyan bibînin.”
Ji 8ê Kanûna 2021ê û şûnde lîtreyeyeke şîr li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê wek 4.70 lîreyên Tirkî (derdora 29 cent) hat destnîşankirin. Komeleya Xwedîkirina Ajel û Berhemhênerên Şîr û Goşt li ser vê yekê jî nerazîbûn nîşan da û tekez kir ku ji Mijdara îsal ve xerciya êm ji sedî 53 zêde bûye û got: “Berhemanîna 1 lître şîr bi 5.5 lîreyan (derdora 34 cent) û firotina wî bi 4.70 lîreyan, ne kareke ku berdewamî pê bê dayîn. Em bang dikin ku ji bo vê yekê bilez tedbîr bên wergirtin.”
Tirkiye yek ji wan welatan e ku piraniya maddeyên xam ên ku di pîşesazî û warên cuda de tên bikaranîn ji welatên derve bi dolar hawirde dike. Daketina nirxê lîreyê Tirkî li beramber dolar jî dibe sedema xerciyeke zêde bo wî welatî.