Demirtaş ji desthilatê re: Kurd şimaqa we ji bîr nakin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetmedarê Kurd Selahattin Demîrtaş nerazîbûn nîşanî helwêsta polîsan a li hember Hevserokê Şaxa HDPê ya Stenbolê Ferhat Encu da û got, “Kurd êrîşa we ya li ser dayikên me û şimaqa ku li Ferhat Encu ketiye ji bîr nakin.”
Doh 18ê Berfanbara 2022an li navçeya Kadikoy a Stenbolê polîsan destewerdana meşa “Nobeta Edaletê” kir û di dema çalakiyê de polîsekî şimaqek li Hevserokê HDPê yê Stenbolê Ferhat Encû xist.
Di serî de partiya wî û gelek kesan nerazîbûn nîşanî helwêsta polîsan a li hember Ferhat Encu da.
Selahattin Demirtaş jî li ser hesabê xwe yê Twitterê nerazîbûn nîşan da û ragihand, “Demeke dirêj e ev desthilata ku heta qirikê ketiye nav tawan û gemarê hedê xwe derbas kiriye. We hîn şimaq nedîtine. Li benda sindoqê bin em ê nîşan bidin.”
Demirtaş her wiha got, "Kurd êrîşa we ya li ser dayikên me û şimaqa ku li Ferhat Encu ketiye ji bîr nakin."
Gırtlağına kadar pisliğe, suça bulaşmış bu iktidar haddini aşalı çok oldu.
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) December 18, 2022
Analarımıza yapılan bu saldırıyı ve Ferhat Encü'ye atılan tokadı Kürtler kesinlikle unutmayacak.
Siz daha tokat görmemişsiniz. Sandığı bekleyin, göstereceğiz!