Akşenerê telefonî Leyla Zanayê kir: ‘Ez şermezar dikim’
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîra Karên Navxwe ya berê û Seroka Giştî ya ÎYÎ Partiyê Meral Akşenerê, piştî heqaretên ku di maça Bursasporê de li Leyla Zanayê hatin kirin, telefonî wê kir û got, "Ez wekî jin û dayikekê şermezar dikim."
Di maça Bursaspor û Somasporê de komeke alîgiran bi dijûnên (siqêf, çêr, xeber) zayendperest Siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribû hedef.
Bertekên li dijî vê bûyerê berdewam dikin û piştgiriyeke balkêş ji cîhana siyasetê hat.
"Heqaret nayên qebûlkirin"
Li gorî agahiyên Rûdawê, Meral Akşenerê telefonî Leyla Zanayê kiriye.
Akşenerê di hevdîtina bi Zanayê re de xemgîniya xwe ya kûr a ji ber bûyerê aniye zimên.
Meral Akşenerê diyar kiriye ku "Dijûn û heqaretên zayendperest qet nayên qebûlkirin" û diyar kiriye ku ew bûyerê "wekî jin û dayikekê" bi tundî şermezar dike.
Meralê di hevdîtinê de peyama "Ez li cem te me" daye.
Çi bûbû?
Di maça Bursaspor û Somasporê ya 16ê Kanûna Pêşîn de komekê li trîbunan bi dijûnên giran û zayendperest êrişî Siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kiribû.
Piştî ku dîmen di raya giştî de belav bûn gelek siyasetmedar û saziyên civaka sivîl êriş şermezar kiribû.
Li ser bertekan Wezareta Dadê ragihandibû ku derbarê êriş û heqaretên zayendperest dest bi lêpirsîna dadî hatiye kirin.