Balyoza Almanyayê ya Enqereyê: Em bi HSDyê re hevdîtinan dikin, Tirkiye jî dizane

Hewlêr (Rûdaw) - Balyoza Almanyayê ya Enqereyê Sibylle Katharina Sorgê got, "Kanalek me yê rasterast bi HSDyê re heye û Tirkiye jî vê dizane."

Balyoza Almanyayê ya Enqereyê Sibylle Katharina Sorgê ji nûçegihana rojnameya T24ê Cansu Çamlıbelê re axivî û diyar kir ku ew bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) - re hevdîtina pêk tînin û haya Tirkiyeyê jî ji vê yekê heye.

"Divê HSD jî bibe beşek ji birêvebiriya nû"

Balyoza Alman Sorgê ragihand ku divê HSD bibe beşek ji rêveberiya ku Heyeta Tehrîr Şamê (HTS) ava kiriye û wiha pê de çû:

"Her kes di vê pêvajoya nû de xema wê yekê dixwe ku dibe DAIŞ careke din xurt bibe. Ev ji bo Tirkiyeyê jî çavkaniya xemgîniyê ye.

HSD jî wekî komên çekdar ên din divê bibe beşek ji vê pêvajoya ku dê li Sûriyeyê dest pê bike û beşdarî vê pêvajoyê bibe. Di vê pêvajoyê de jî divê çekên xwe deyne."

"Kanaleke me yê rasterast bi HSDyê re heye"

Sorgê tekez kir ku hikûmeta Alman têkiliya xwe bi HSDyê re didomîne û wiha anî ziman:

"Kanaleke me yê rasterast bi HSDyê re heye. Ev kanal, wekî koma xebatê ya asta bilind dixebite.

Helbet, ji bilî HSDyê pêwendiyên me yên bi vî rengî bi gelek komên din re jî hene.

Em van pêwendiyan bi awayekî şefaf ji bo hevalbendên me yên di nav Hevpeymaniya Dijî DAIŞê de bi rê ve dibin."

Her wiha Sorgl diyar kir ku haya Enqereyê ji vê peywendiya rasterast heye û got:

"Piştî hevdîtinên wezîra me ya karê derve yên li vir, bi rêya platforma Xê jî li ser vê mijarê daxuyanî hatin dayîn.

"Pêşî me bi wan re pêwendî danî"

Li ser pirsa Cansu Çamlibelê "Wan bang li we kir an jî bi fermî ji Almanyayê piştgirî xwest?" Balyoza Almanyayê wiha bersiv da:

"Erê, me bi HSDyê re hevdîtin kir. Lê pêşî me bi wan re pêwendî danî.

Em difikirin ku civaka navneteweyî, Almanya, Tirkiye û hemû hevalbendên me divê peyamên xwe yên zelal ên ji bo paşerojê bidin hemû komên li Sûriyeyê.

Me ew pêwendî jî di çarçoveya vê nêzîkatiyê de pêk anîn."