Demîrtaş: Enqereyê rica kir Muslim anî

20-02-2016
RÛDAW
A+ A-

Amed (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş ragihand Tirkiyê ji Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim reca kir ew jî bû alîkar Tirba Şah Silêman bo herêmek ewle hat veguhestin.

Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demîrtaş  li Amedê beşdarî Konferansa Piştevaniya Partiyên Çepgir ên Ewropayê bû û têde axaftinek pêşkêş kir. 

Selahattin Demîrtaş li konferansê wiha got: “

“Mînaka bûyerên ku li Sûra Amedê, Cizîra Botanê û hwd. di dîrokê de jî gelek caran hatine jiyankirin, lê belê her tim daxwaza azadbûnê weke hêviyekê di dilê mirovan de bûye. Hem bûyerên ku di şerên cîhanê de qewimî ne û hem jî bi taybet di salên 1990an û roja me ya îro de tevkujiyên ku têne kirin, wê weke tewanên giran ên mirovahiyê di rûpelên dîrokê de bicîh bibin.

Ev bûyerên ku niha li Bakurê Kurdistanê diqewimin, cara yekê nîn e ku bi serê mirovahiyê yan jî bi serê Kurdan de tê. Niha bi sedan malbat hene ku tenê dixwazin termên zarokên xwe werbigrin.”

Demîrtaş amaje kir heya ku biryara Neteweyên Yekbûyî nebe Tirkiye ne bi bejayî ne jî bi hewayî nikare operesyonê bibe ser axa Sûriyê sûrî û heger operasyonê bike ev dê weke dagirkeriyê were dîtin.

Hevserokê Giştî yê HDPê derbarê gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu yên “YPG û PYDê bila wek terorîst bên îlankirin” de jî wiha got:

“Tirba Şah Silêman li kû ye? Ma we ne ji PYDê piştgirî xwest û bi alîkariya YPGê nebir? DAIŞê dê birûxanda. We ji Salih Muslim rêda kir û wî anî. Ev PYD a hûn jê re dibêjin terorîst ma we çend caran li Enqereyê hevdîtinên fermî pêk nehanîn?”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst