Li Hatayê erdhejeke bi hêza 4,2 pileyan çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kirikhanê ya parêzgeha Hatayeyê bi hêza 4,2 pileyan erdhejek çêbû.

Kûrahiya erdhejê zêdetirî 9 kîlometreyan li binê erdê bûye.

Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFADê) ragihand ku îro li navçeya Kirikhanê demjimêr 06:10an erdhejek çêbûye.

Hêza erdhejê 4,2 pile bûye û kûrahiya wê jî 9,27 kîlometre li binê erdê hatiye tomarkirin.

Hatiye diyarkirin ku heta niha ti rewşên neyînî nehatine ragihandin.

Tîmên pêwendîdar ji bo kontrolkirina rewşê li qadê ne.

Pisporên erdhejê amaje pê dikin ku liv û tevgera xetên fayê didome.

Her wiha hişyarî tê dayîn ku metirsiya erdhejên mezin hîn jî heye.