Li Tirkiyeyê di nava rojekê de 6 jin hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin ragihand ku li Tirkiyeyê di nava 24 demjimêran de 6 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.

Platformê doh li ber avahiya Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê li ser kuştina jinan daxuyaniyek da.

Platformê amaje pê kir ku di nava rojekê de 3 jin ji ber daxwaza berdanê, 2 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve û jinek jî ji ber sedemeke din hatine kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji bo rêgirtina li ber van bûyeran tedbîrên pêwîst nehatine girtin.

Platformê destnîşan kir ku dikaribû pêşiya van bûyeran bihata girtin lê ji ber polîtîkayên heyî kuştina jinan roj bi roj zêdetir dibe.

Platformê li ser Yasaya 6284an wiha got:

“Eger yasaya li ser parastina malbatê û rêgirtina li ber tundiya li dijî jinê bi awayekî çalak bihata sepandin, eger çekên kujeran bihata standin û tedbîrên parastinê bihata bicihanîn; Fîlîz, Aylîn, Gonul, Îlknur, Kubra û Zeynep dikaribûn niha sax bin."

'Biryarên dûrxistinê nehatin şopandin'

Hat eşkerekirin ku ji bo sê jinên hatine kuştin, derbarê kujeran biryara dûrxistinê hebû.

Platformê li ser vê rexne li saziyên dewletê girtin û anî ziman:

"Van jinan ji ber ku xwest bijîn serî li dewletê da. Gotin 'em naxwazin bimirin'.

Divê van jinan hîn çi bikira? Van jinan baweriya xwe bi dewletê anî û xwe spart yasayan lê biryarên dûrxistinê têrê nekir ku kujeran bisekinînin.

Çima? Ji ber ku hûn wan biryaran naşopînin.

Ji ber ku mekanîzma nayên xebitandin û biryar nayên bicihanîn, doh ev jin li ber çavan hatin kuştin.”

Nasnameyên jinên hatine kuştin

Li gorî agahiyan, di nava 24 demjimêran de ev jin hatine kuştin:

  • Li Stenbolê Fîlîz Şagbangul
  • Li Gebzeyê Aylîn Polat Dag
  • Li Wanê Gonul Alkan
  • Li Osmaniyeyê Îlknur Koç
  • Li Aksarayê Kubra Kiliç û Zeynep Ayaz.