Pervîn Buldan: Ocalan dixwaze civîneke çapemeniyê li dar bixe
Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê peyamên Abdullah Ocalan parve kirin û ragihand ku Ocalan dixwaze bi rojnamegeran re bicive.
Endama Heyeta Îmraliyê ya Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û Parlamentera Wanê Pervîn Buldanê derbarê hevdîtina xwe ya dawî ya bi Abdullah Ocalan re agahî dan.
Pervîn Buldanê diyar kir ku Ocalan dixwaze rasterast bi rojnamegeran re biaxive.
Pervîn Buldan ji Yeni Ozgur Politikayê re axivî û da zanîn ku hevdîtina dawî ya li Îmraliyê nêzîkî 3 saet û nîvan ajotiye.
Pervînê got ku rewşa tenduristiyê ya Ocalan baş e, ew bi hêz e û ji bo bipêşveçûna pêvajoyê "bi motîvasyoneke mezin hewl dide."
Buldanê diyar kir ku Ocalan her tim bi amadehî tê hevdîtinan û rojeva xwe pêşkêş dike.
"Daxwaza civîna çapemeniyê"
Wê ragihand ku Ocalan giringiyê dide hevdîtina rasterast a bi rojnamegeran re û gotinên Ocalan wiha veguhastin:
"Daxwazeke min a wekî kirina hevpeyvînekê û civîneke çapemeniyê ya bi rojnamegeran re heye. Ez difikirim ku mafekî min ê wiha heye.
Ez dixwazim bi rojnamegeran re bêm cem hev û pêvajoyê ji serî heta dawiyê parve bikim."
Buldanê destnîşan kir ku ew dê ji bo vê daxwazê hewldanan bikin lê heta niha tiştekî şênber tune.
"Qonaxa yekem temam bû"
Li gorî gotina Pervîn Buldanê, Ocalan pêvajoyê di çarçoveya "entegrasyona demokratîk" ya ku ji du qonaxan pêk tê de dinirxîne.
Wê ragihand ku Ocalan gotiye "Me qonaxa yekem temam kir" û wiha pê de çû:
"Ocalan diyar kir ku pêvajoya pevçûnan bi dawî bûye û çek bi awayekî sembolîk be jî hatine danîn.
Di qonaxa duyem de divê modeleke entegrasyonê ya ku xwe dispêre garantiya yasayî were pêkanîn."
"Rewşa Qendîl û Mexmûrê"
Pervîn Buldanê bal kişand ser wê yekê ku ev entegrasyon ne "entegrasyoneke klasîk" e û xalên sereke wiha rêz kirin:
"Divê mafên gelê Kurd, di serî de zimanê dayîkê, bên garantîkirin. Pêdivî bi parastina yasayî ya di qadên nasname, çand û hiqûqê de heye.
Her wiha divê statuya kesên ku çek danîne, yên di girtîgehan de ne an jî li sirgûnê ne bê zelalkirin."
Li gorî ku Buldanê veguhastiye, Ocalan gotiye:
Dê çi bi serê yên li Qendîlê û Mexmûrê were?
Rewşa bi hezaran girtiyên siyasî yên li derveyî welêt an jî di girtîgehan de dê çawa bê sererastkirin? Divê ev hemû bi yasayan bên plankirin."
Parlamentera Wanê her wiha da zanîn ku sererastkirinên yasayî gihiştine qonaxa bicihanînê û divê kanalên pêwendiyê yên Ocalan bên berfirehkirin.