CHPê daxwaz kir cejna Newrozê li Tirkiyê bibe fermî
Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Gel a Komarî (CHP) ya Tirkiyê daxwaz dike, ku li Tirkiyê jî weke welatên herêmî cejna Newrozê bibe cejneke fermî û bi boneya vê cejnê betlaneya fermî were ragihandin.
Daxwaza CHPê ya derbarê Newrozê de ji aliyê parlamenterê CHPê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ve hatiye rojevê û li gorî agahiyan, wî pêşnûmeya yasayî ya di vê bareyê de pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê kiriye.
Pêşnûmeya CHPê ya derbarê Newrozê de bi navnîşana Pêşniyara Yasayî ya Derbarê Guherandina Yasaya Cejnên Netewî û Betlaneyên Giştî, pêşkêşî parlamentoya Tirkiyê hatiye kirin.
Di pêşnûmeyê de daxwaz hatiye kirin, ku roja 21ê Adarê weke betlaneya Cejna Newrozê were ragihandin.
Herwiha di pêşnûmeyê de amaje bi wê yekê hatiye kirin, roja 21ê Adarê li gelek welatên Rojhilata Navîn weke cejn tê pîrozkirin, bi fermî naskirina vê cejnê li Tirkiyê jî dê wateyeke giring a sembolîk hebe.
Li Tirkiyê heta niha jî bi awayekê yasayî Newroz û minasibetên taybet bi kurdan qedexe ne, tevî ku hikûmeta wî welatî di wan çend salên dawiyê de bi awayekê pratîkî û sînordar rê bi sazkirina merasîm û pîrozkirina Newrozê li hin bajarên Bakurê Kurdistanê dide.