Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê bi dawî hatine
Hewlêr (Rûdaw) - Li Stenbolê ku hersal bi beşdariya sed hezaran Kurdên li vî bajarî Newroz tê pêşwazîkirin îsal ew coş bi proseya hilbijartin û grevên birçîbûnê germtir bûye. Ji bo Newroza Stenbolê roja 24ê Adarê hate diyarkirin û hemû amadekarî jî bi dawî hatine. Bes îsal ji ber egeriya ku destûr neyê dayîn, serlêdan ne weke pîrozbahiya newrozê lê weke mitînga hilbijartinan hate kirin.
Weke gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiye li Stenbolê jî amadekariyên Newrozê bi dawî hatin. Newroz dê di 24 mehê de li vê meydana li Bakirkoyê bê pîrozkirin. Ji ber ku proseya hilbijartinan berdewam e û li aliyê din jî greva birçîbûnê heye dike bang û amadekariya amadekaran jî bi van mebest û amancan e.
Derbarê vê yekê de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li Stenbolê Alî Riza Bîlgîlî ji Rûdawê re wiha got: “Ji bo Newroza 2019an ya li Stenbolê bi hevkariya yekîtiya hevkariya demokratîk tê amadekirin. Di nav de jî bi dehan partî, sazî, sendîka û dezgehên din hene. Li aliyê din partiyên din ên Kurdistanî jî di vê koordinasyonê de cîh digirin û beşdar dibin. Li gelek navçeyan agirê Newrozê di zû de hate pêxistin. Ji bo Newroza mezin ya Stenbolê jî gelê me bi coş û heyecan li benda wê rojê ye.”
Ji ber ragêşî rikeberiya hikumet û HDPê, dudilî hebû bê ka wê ji bo Newrozê destûr bête dayîn yan na. Amadekarên pîrozbahiyên Newrozê jî serlêdana fermî ne bi navê pîrozbahiyên Newrozê lê weke mitînga hilbijartinan kirin. Destûr hat dayîn û siyasetmedarên Kurd bi gelek sedemên germ, banga wê yekê dikin da Newroza îsal ji her carên dîtir mezintir û girseyîtir be.
Hevserokê HDPê li Stenbolê Cengîz Çîçek jî wiha got: “Em weke partiyeke ku dibe muhatabê her cor zilm û zordariya desthilatê taybetiyek din bi Newroza îsal didin. Ji ber wê ew Newroz û ew hilbijartin xwedî taybetmendiyên mezin in. Pêvajoyeke dîrokî ye. Armanca me ya sereke di vê Newrozê de ew e ku em zihniyeta MHP û AKPê bidin rawestandin. Newroz dê li hemberî faşîzm û bloka netewperest a heyî bibe roja serîrakirina demokratîk. Em wiha lê dinêrin.”
Li gor birayara HDP îsal li 27 navendan Newroz bi girseyî tê pîrozkirin. Di pîrozbahiya Stenbolê de dê Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî amade be. Li aliyê din gelek sendîka, partiyên Tirk û Kurd ên ku bi HDPê re tifaq kirine, bi sedan komele û saziyên dîtir jî piştgiriya Newroza Stenbolê dikin.