Di Newroza Stenbolê de 224 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Stenbolê ragihand, di pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Yenîkapi ya Stenbolê de, 224 kes hatine desteserkirin û lêpirsînên wan berdewam dikin.

Li Stenbolê 19ê Adarê bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk, Partiya Demokratîka Gelan HDPê li navçeya Yenîkapi ya Stenbolê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroza îsal hat pîrozkirin.

Di pîrozbahiyê de di navbera beşdaran û polîsan de alozî derketine û 224 kes hatine desteserkirin.

Derbarê desteserkirinan de, parêzgariya Stenbolê daxuyaniyek daye û dibêje, “ 224 kesên ku dixwestin pankart û sembolên ne fermi bibin qadê û her wiha siloganên ne yasayî bilind dikirin ji aliyê hêzên me ve hatine desteserkirin.”

Li gor daxuyaniya parêzgariya Stenbolê lêpirsîna kesên hatîn desteserkirin berdewam dike.

Her wiha li navçeya Qoser a ser bi Mêrdînê duh Yekşemê di pîrozbahiya Newrozê de jî 35 kes hatin desteserkirin.