Berî roja Newrozê 139 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li 15 parêzgehan berî roja Newrozê bi “hinceta PKKyê” 139 kes hatin desteserkirin.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku li parêzgehên Amed, Riha, Erdexan, Êlih, Şirnex, Erzirom, Mûş û Wanê yên Bakurê Kurdistanê û parêzgehên Kirklarelî, Îzmîr, Bursa, Antalya, Denîzlî, Stenbol û Edeneyê yên Tirkiyeyê operasyona “Bozdogan-12”ê hatiye kirin.

Di operasyonê de hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê bi ser gelek malan de girt.

Hêzên ewlehiyê bi hinceta ku “di nav baskên ciwanan ên PKKyê de cih girtiye, li ser medyaya civakî propagandaya PKKyê kiriye, plan kiriye ku di Newrozê de êrişî hêzên asyişê, avahî û otomobîlên fermî bikin û dirûşmên pesindayîna PKKyê avêtine” 139 kes desteser kirin.

Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, hêzên ewlehiyê rojane bi ser malan de digirin û bi “hinceta PKKyê” xelkê sivîl û siyasetmedarên Kurd desteser dikin.