Li Edeneyê otobusa rêwiyan wergeriya, mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kozanê ya parêzgeha Edeneyê ya Tirkiyeyê otobuseke rêwiyan qulibî.

Di vê qezayê de 2 kes mirin û 19 kes jî birîndar bûn.

Sefera Enqere-Osmaniyeyê

Ew otobusa rêwiyan, bi plakaya "06 CFK 896" bû û ya şirketa Kamil Koçê bû.

Otobusa ku sefera Enqere-Osmaniyeyê dikir, li Taxa Arslanliyê ya navçeya Kozanê ji rê derket û qulibî.

Tîm çûn cihê qezayê

Li ser agahdarkirina welatiyan tîmên tenduristiyê, cendirme û tîmên agirvemirandinê çûn cihê qezayê.

Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat destnîşankirin ku 2 kes li cihê bûyerê mirine.

19 kesên ku di qezayê de birîndar bûn jî, bi ambulansan birin Nexweşxaneya Dewletê ya Kozanê.