Li Antalyayê şewat, jineke Sûriyeyî ya ducanî û 5 zarokên wê mirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kepezê ya parêzgeha Antalyayê ya Tirkiyeyê agir bi konteynerekê ket.
Di encama şewatê de jineke Sûriyeyî ya ducanî û 5 zarokên wê canê xwe ji dest da.
Di bûyerê de 4 kes jî birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Şewat nîvê şevê derket
Li Taxa Gazîlerê ya navçeya Kepezê derdora saet 01:30î agir bi wê konteynerê ket ku malbateke Sûriyeyî tê de dima.
Heta niha sedema derketina agir nehatiye diyarkirin.
Li ser agahdarkirina derdorê, tîmên agirvemirandinê, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Tîman bi lez midaxeleyî agir kir û şewat temirand.
Nasnameyên wan diyar bûn
Tîman piştî vemirandina agir li nav konteynerê lêgerîn kir û termên 6 kesan dîtin.
Hat diyarkirin ku jina Sûriyeyî ya ducanî Leyle Elelî (27) û zarokên wê yên bi navên Muna Ehmed (9), Fatma Ehmed (8), Heyat Ehmed (7), Îman Ehmed (5) û Mehmûd Ehmed (4) mirine.
4 kes ji ber dûxanê birîndar bûn
Di vê şewatê de 4 kes jî ji ber dûxanê bi jehrê ketin û birîndar bûn.
Hat destnîşankirin ku birîndarên Sûriyeyî Şewah Ehmed (29), Mehmûd Ahmed (53) û Ehmed Ehmed (2) in.
Her wiha xwediyê kargehê yê Tirkiyeyî Rahman Gençê 51 salî jî di nav birîndaran de ye.
Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyê û dermankirina wan didome.
Hat ragihandin ku derbarê karesatê dest bi lêpirsînê hatiye kirin.
3 kes hatin desteserkirin
Parêzgarê Antalyayê Hulusî Şahîn ragihand ku ji ber vê bûyerê 3 kes hatine desteserkirin.
Hulusî Şahîn diyar kir ku ew li ser sedema şewatê jî lêkolînan dikin û got:
“Heta niha sedem ne diyar e. Li derve sobeyek heye. Agir hatiye pêxistin, dibe ku agir venemirandibin û raketibin lê sedem hîn ne zelal e.”