Bahçelî: Piştî cejnê dê gavên girîng bên avêtin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Qonaxa piştî cejnê dê ji bo avakirina Tirkiyeyeke nû û bihêz bibe destpêka gav û xizmetên girîng."
Bahçelî piştî nimêja cejnê çû ser gora Serokê Giştî yê Damezirîner ê MHPyê Alparslan Turkeş a li Beştepeyê.
Bahçelî li wir ji rojnamegeran re axivî.
Wî diyar kir ku ew vê cejnê bi xemgînî pêşwazî dikin.
Serokê Giştî yê MHPyê derbarê rewşa herêmê wiha got:
"Li derdora welatê me gelek rûdan hene.
Ji xeynî alozî û şerên siyasî yên piralî, şerê di navbera welatan de jî belav bûye.
Em di rewşeke wiha de dikevin demeke nû ya cejnê."
Banga yekdengiyê
Bahçelî destnîşan kir ku qonaxa piştî cejnê ji bo Tirkiyeyê girîng e û diyar kir ku dê gavên mezin werin avêtin.
Devlet Bahçelî bal kişand ser helwesta partiyên siyasî jî û wiha pê de çû:
"Li vir meseleya herî girîng helwesta partiyan e.
Divê hemû partiyên siyasî û bi taybetî jî partiyên li Parlamentoyê bibin yekdeng.
Pêwîst e ew bi xebateke berhemdar û çalak karibin hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bikin."
Bahçelî piştî daxuyaniya xwe, cejna endamên partiya xwe pîroz kir.