Li Stenbolê “Sûka Sûriyan” ji bo penaberan bûye navenda danûstandinê
Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê sibe roja Îniyê Cejna Remezanê ye. Welatî û penaberên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê jî ji bo haziriya cejnê bikin berê xwe didin sûk û bazaran. Li Stenbolê sûka Maltayê ji bo penaberên Sûrî bûye wek navenda danûstandinê. Ji xwe ji ber ku hejmareke zêde ya esnafên wê ji penaberên Sûrî pêk tê, ji wê sûkê re “Sûka Sûriyeyiyan” tê gotin.
Tabelayên beşek dikanan bi Erebî ye û esnaf û mişteriyên ji Sûrî bi zimanê Erebî danûstandinê dikin. Ji ber cejnê jî li bazarê herî zêde; humus, hêjîr, xurme, çerez, şekir, çîqolete û loqim tên firotin. Penaberên Sûrî didin zanîn ku ji ber bihayên zêde ew wek salên borî nikarin li gor dilê xwe hewcedariyên xwe bistînin.
Li Stenbolê Sûka dîrokî ya Maltayê ji ber ku hejmareke zêde ya penaberên Sûrî li vir ji xwe re dikan vekirine û berhemên aîdê Sûrî difroşin ji vê sûkê re “Sûka Sûriyeyiyan” jî tê gotin. Penaberên Sûrî jî ji bo amadehiya cejnê bikin berê xwe didin vê sûkê.
Penaberê bi navê Mihemedê Mehmûd ê 27 salî ku ji Qamişlo ye, li gel hevjîn û zarokê xwe berê xwe dane sûkê ku ji xwe re amadekiriya cejnê bikin. Ew 4 salên ewil ji ber bêkariyê ji Qamişlo berê xwe dane Stenbolê. Mihemed li tekstîlekê mehane bi 13-14 hezar lire dixebite û 5 hezar lire kirêya xanî dide. Ew li gel hevjîn û zarokê xwe; li dê û bav û 3 xwişkên xwe bi giştî li 8 kesan dinêre.
Mihemedê Mehmûd ê ji Qamişloyê behsa zehmetiyên jiyanê kir û got, “Niha me bi 3 hezar lire tişt standin. Lê mesref gelek zêde ye, lewra her tişt pir biha bûye. Kar jî wek berê zêde tune ye. Bavê min nexweş e. Kirêya me jî 5 hezar lire ye. Yanê heyata me normal e, em hema îdareya xwe dikin.”
Li vî sûkê beşek ji tabelayên firin, loqente, zêrfiroş, şêranîfiroş û çerezfiroş bi zimanê Erebî hatine nivîsandin. Lewra nîvê esnafên sûka Maltayê ku li pişt Mizgefta Fatihê dikeve ji penaberên Sûrî pêk tê.
Esnaf Ebul Iz Ed Dumaî got, “Ez ji Sûriyê me, ev 3 sal in ez li vir kar dikim, humûs û paqle xwarinên Remezanê ne, xwarinên gelêrî yên herî navdar in li cem me li Sûriyê.”
Li bazarê herî zêde humus, hêjîr, xurme, çerez, şekir, çîqolete û loqimên ku ji Dîlokê tên têne firotin. Penaberên Sûrî didin zanîn ku ji ber bihayên zêde ew wek salên borî nikarin li gor dile xwe hewcedariyên xwe bistînin.
Xedîce ya penaber anî ziman, “Mesref gelek e, em bi zorê debara jiyana xwe dikin, te dît li vir her tişt biha ye, min 7 zarok hene.”
Penaberekî li ser nirxên kelûpelan got, “Rewş baş e lê giranbûneke zêde heye, nirxê cilûberan, kelûpelan, nirxê her tiştî giran e.”
Li Tirkiyê bi fermî 3 milyon û 420 hezar penaberên Sûrî dijîn. Piraniya penaberan ji neçariyê di şertûmercên xirab de dijîn û dixebitin. Hêjarî û krîza aboriyê ya li Tirkiyê herî zêde bandorê dide ser penaber û xelkê aware.