Daxuyaniya Erdogan li ser Fînlandiya û Swêdê
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser endamtiya Fînlandiya û Swêdê ya NATOyê got, “Îro min bi Serokwezîrê Hollandayê re civînek berfireh kir. Sibê em ê bi Îngilîstan û Fînlandiyayê re hevdîtinan bikin."
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja înê li Stenbolê ji rojanmevanan re axivî.
Erdogan got "Em nikarin ji ketina rêxistina terorê ya NATOyê ra bibêjin `Erê`."
Serokkomarê Tirkiyê li ser pirsa “We berê jî helwesta xwe ya li dijî hewldanên Fînlandiya û Swêdê yên ji bo endamtiya NATOyê nîşan dabû. Di vê mijarê de we ji welatên navborî nêrînek wergirtiye, gelo di vê mijarê de pêşveçûnek nû heye?” wiha bersiv da:
“Îro min bi Serokwezîrê Hollandayê re civînek berfireh kir. Sibê em ê bi Îngilîstan û Fînlandiyayê re hevdîtinan bikin. Bi heman şêweyî dê bi Stoltenberg re jî hêvdîtineke mê çêbibe. Helbet ji bo ku dîplomasiya telefonê ya di navbera me de qut nebe em ê van hemû hevdîtinan berdewam bikin. Lêbelê ya ku em bi eşkere û zelalî dibêjin çi ye?
Berî her tiştî ji ber ku hemû belge û agahiyên van rêxistinên terorîst di destê me de ne û em mexdûrên vê yekê ne, ji kerema xwe eger em hesasiyetên NATOyê yên li dijî terorê dizanibinn, eger em dizanin ku NATO rêxistineke ewlekarî ye, Em nikarin ji qebûlkirina rêxistina terorê ya bi vî rengî bo NATOyê ya ku rêxistineke ewlehiyê ye re bibêjin 'Erê'. Ez ji bo Swêdê jî heman tiştî difikirim. Ez ji bo Fînlandiyayê jî heman tiştî difikirim. Û niha gelek welatên endamên Yekîtiya Ewropayê, niha tenê qebûlkirina wan rêxistinên terorê ew di parlamentoyên xwe de didin axaftin. Di parlamentoyên xwe de cih didin wan, derfetan didin wan. çek û cebilxane didin wan. Em niha wan dizanin, dibînin û ji ber ku em mexdûrên van hemûyan in, em nikarin ji ketina van rêxistinên terorê bo NATOyê re ku rêxistineke ewlehiyê ye re bibêjin 'Erê'.”