DEM Partî: Divê hemû partî berpirsiyariyê wergirin

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku divê hemû partiyên siyasî ji bo komîsyonê berpirsiyariyê wergirin.

Piştî peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan ku gotibû, “Li ser hiqûqa biratiyê pêwîstî bi peymaneke nû heye” Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî pêşniyar kir ku li parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek bê avakirin.

Piştî wê bi rojekê Heyeta DEM Partiyê careke din dest bi serdana partiyên siyasî kir.

DEM Partiyê piştî hevdîtinên li gel Partiya DEVA û Partiya Saadetê daxuyaniyek da û got:

"Heyeta me ji bo pêvajo bi awayekî tendurist bi pêş bikeve ji mixataban re pêşniyar kir ku di bin banê parlamentoyê de komîsyoneke bi desthilata tam bê avakirin ku hemû meylên siyasî tê de bên temsîlkirin û lêgerîna lihevkirina demokratîk hêsan bike."

Heman rojê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş jî li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bû.

Numan Kurtulmuş derbarê pêvajoyê û pêşniyara komîsyonê got divê, pêvajo rûmeta Kurdan û şanaziya Tirkan biparêze û dê nerîna hemû partiyên siyasî û aliyên cuda wergirin û rêyekê diyar bikin.

“Ya ku paşeroja miletekî diyar dike dîroka wan e”

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş got:

“Ya ku paşeroja miletekî diyar dike dîroka wan e. Dîrok tenê behsa dema derbasbûyî nake, ji bo paşerojê jî rê nîşan dide.

Milletê me Kurd û Tirk bi sed salan, bi biratî û bi hev re jiyana xwe berdewam kiriye. Dîroka me rêya yekîtiyê nîşanî me dide.”

Heyeta DEM Partiyê dê îro CHP û Yenîden Refahê ziyaret bike.

Herwiha 23yê vê mehê jî dê bi Partiya Paşerojê bicive.

Li gorî rêziknameya Parlamentoya Tirkiyeyê bêhnvedana parlamentoyê 1ê Tîrmehê dest pê dike û tê çaverêkirin ku heta wê demê kar û xebatên komîsyonê temam bibin.