MÊRSÎN - Agir bi kargeha sîstemên deng û dîmenan ket
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Toroslarê ya Mêrsînê, agir bi kargeha ku sîstemên deng û dîmenan lê tên hilberîn ket û niha hewl tê dayîn ku agir bê vemirandin.
Li kargeha li Taxa Huseyîn Okan Merzeciyê ji ber sedemeke nediyar şewat derket.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, tîmên agirvemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.
Piştî ku li derdorê tedbîr hatin wergirtin, tîmên agirvemiranadinê midaxeleyî agir kir.
Li deverê car caran dengên teqînan tên bihîstin û rêya ku fabrîka lê ye ji çûn û hatine re hat girtin.
Hewlên ji bo kontrolkirina agir didomin.