Berdevkê AK Partiyê: Gotinên Ozel kopiya faşîzma Ewropayê ne
Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk, bersiva gotinên Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ên derbarê Erdogan da û got, “Gotinên Ozel kopiya faşîzma Ewropayê ne.”
CHPyê piştî girtina serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, bi navê "Gel li Vîna Xwe Xwedî Derdikeve" dest bi rêzeçalakiyan kir û ya herî dawî jî doh li Îzmîrê bû.
Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di mitînga Îzmîrê de, derbarê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan axivî.
Ozgur Ozel got, "Ne mimkin e ku ji Erdogan lîderekî cîhanê, lîderekî global derkeve.
Eger tu li herêma xwe demokrat nebî, tu nikarî bibî lîderekî global.
Tu ne lîderekî global î, tu dîktatorekî herêmî yî û otokrat î.
Bila dîktatorên herêmî ji vî gelî bitirsin. Bila tirsonekên ku dijberên xwe davêjin hepsê, ji vî gelî bitirsin û piştrast bin ku hûn dê bişikin."
“Ew bûye wergêrê faşîstên Ewropayê”
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk bi bersiv da van gotinên Ozgur Ozel û got:
"Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel ji bo Serokkomarê me gotiye 'ne lîderekî global e, dîktatorekî herêmî ye.'
Ewên ku vê gotinê herî zêde li dijî Serokkomarê me bi kar tînin, kopiya faşîzma Ewropayê ne.
Serokatiya Ozgur Ozel, serokatiyeke 'kopîker' e. Piraniya gotinên Ozgur Ozel kopiya rastgirên radîkal ên Ewropayê ne.
Niha jî ew bûye wergêrê faşîstên Ewropayê.
Dev ji lîderatiya gerdûnî berdin, rewşeke trajîk e ku kesekî ku nebûye lîderekî herêmî jî derbarê lîderatiya Serokkomarê me tiştan bêje.”