Agir bi mala wê ket, xwe ji qeta 8an avêt xwarê
Hewlêr (Rûdaw) – Li Stenbolê jineke 37 salî ya ku agir bi mala wê ket xwe ji qeta 8an a avahiyê avêt xwarê û bi giranî birîndar bû.
Bûyerê şeva borî li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê rû da.
Li gorî agahiyan, ji ber sedemeke nediyar agir bi qeta 8an a avahiyeke 11 qatî ket.
Li ser agahdarkirinê tîmên agirvemirandinê, polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Piştî ku agir gur bû mal di nav pêtên êgir de ma E.D.ya 37 salî xwe ji nav pêtên agir avêt xwarê.
E.D. ket ser brandaya ku ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hatibû vekirin û bi giranî birîndar bû.
Piştî midaxeleya destpêkê ya li cihê bûyerê ew bi ambulansê sewqî Nexweşxaneya Bajê a Çam û Sakurayê ya Başakşehîrê hat kirin.
Şewat piştî xebata bi qasî saetekê ya tîman hat kontrolkirin û agir hat vemirandin.