Siyasetmedar, mafnas û nivîskaran ji Rûdawê re behsa qonaxa nû kir

20-05-2025
Omer Sonmez
Celalettîn Can, Umît Firat û Fîlîz Kerestecîoglu / Wêneû û vîdeo: Rûdaw
Celalettîn Can, Umît Firat û Fîlîz Kerestecîoglu / Wêneû û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêvajoya Nû Celalettîn Can Umît Firat Fîlîz Kerestecîoglu Eyup Burç
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Pêvajoya nû ya çareseriyê ku 12ê Gulanê bi kongreya xwefesixkirin û bidawîanîna şerê çekdarî ya PKKyê derbasî qonaxeke nû bûbû, bi daxuyanî, pêşniyaz, serdan û hevdîtinan berdewam dike.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Pervîn Buldan û parêzerê Ocalan Faîk Ozgur Erol pêk tê, piştî kongreya PKKyê cara ewil 18ê Gulanê Abdullah Ocalan ziyaret kir.

Abdullah Ocalan piştî hevdîtinê peyamek belav kir û got, “Li ser hiqûqa biratiyê pêwîstî bi peymaneke nû heye.”

Siyasetmedar, mafnas û nivîskaran ji Rûdawê re behsa qonaxa nû ya pêvajoyê kir.

Piştî gava dîrokî ya PKKyê aliyên Kurd û demokratîk li bendê ne ku dewlet gavên berbiçav biavêje û atmosfera aştiyê bê çêkirin.

Nivîskar û rewşenbîrên Kurd didin zanîn ku piştî xwefesixkirina PKKyê êdî “hinceta terorê” ya Tirkiyeyê nemaye lewma lazim e ew pirsgirêka Kurdan bi rêyên aştiyane û demokratik çareser bike.

“Niha gavên ku dê bên avêtin demokratîkbûn e”

Nivîskar û Berdevkê Tevgera 78an Celalettîn Can ji Rûdawê re got:

“Wisa xuya ye ku gavên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan dê li gorî şert û hevsengiyên pêvajoyê di demên pêş de were rojevê.

Wate dê di heyama pêş de ev mijar bêne axaftin û nîqaşkirin. Wê çaxê dê daxwaza avêtina pêngavan were rojevê.

Niha gavên dê bêne avêtin demokratîkbûn e. Yanê daxwaz ew e ku bi perspektîfa civaka demokratîk hin gav bêne avêtin.”

“Ez hêvî dikim ku pêvajo berdewam bike”

Parlamentera berê ya HDPyê û Aktivîsta Mafên Mirovan Fîlîz Kerestecîogluyê jî got:

“Ez hêvî dikim ku êdî ji vê pêvajoyê neye vegerandin û pêvajo berdewam bike.

Lewma berpirsyariya me siyasetmedar û aktîvistên mafên mirovan pir zêde ye.

Ji bo paşeroja vî welatî lazim e aştî çêbibe. Ji ber vê jî çi ji destê me tê divê em bikin.”

Nivîskar û rewşenbîrên Kurd didin zanîn ku piştî xwefesixkirina PKKyê êdî “hinceta terorê” ya Tirkiyeyê nemaye.

Rewşenbîrê Kurd Umît Firat jî got, “Heta niha dewlet bi hinceta terorê reform û nasîna maf û azadiyên bingehîn bi paş dixist.

Bi biryara çekdanîna PKKyê re hinceta terorê û astengên li pêşiya azadiyan dê rabin.

Niha astengiyên li pêşiya maf û azadiyên bingehîn û mafên Kurdan bi vî awayî dê rabin, hingê hincet jî dê bi dawî bibin."

“Kurdên Êzidî dê vegerin ser axa xwe”

Rojnamegerê Kurd ê Êzidî Eyup Burç jî got:

“Dema zemîna aştî, aramî û ewlehiyê çêdibe em dibînin ku Kurdên Êzidî û kêmneteweyên wekî Siryan ku ji ber şertên şer û pevçûnan koçî derve kirine vedigerin ser axa xwe.

Dema pêvajoya ewil a çarseriyê çêbû gelek Kurdên Êzidî û Siryanî vegeriyan welatê xwe.

Ne tenê ji bo Kurdên Êzidî yên li Tirkiyeyê ji bo vegera Êzdiyên li Îraqê jî dê ev pêvajo bibe derfet.”

Di çarçoveya pêngavên hikûmetê de tê çaverêkirin ku di rojên pêş de “pêşniyazyasaya înfazê” ku di raya giştî de wek “efûya giştî” tê dîtin were rojeva parlamentoya Tirkiyeyê.

Li aliyê din, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ku pêvajo bi banga wî ya 22yê Çiriya Pêşîn a 2024an a ji bo Ocalan dest pê kiribû, ji bo bipêşxistina pêvajoyê daxwaza avakirina komîsyoneke li Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

Bahçelî got, divê ji nûnerên hemû partiyan 100 endamên komîsyonê hebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst