Vê carê rol guherîn: Kesekî kûçikek gez kir

Hewlêr (Rûdaw) - Li nahiyeya Nebîogluyê yê navçeya Çaycumayê ya Zonguldakê kesekî ku kûçikek gez kir.

Li parêzgeha Zonguldakê ya Tirkiyeyê Omer V.yê 34 salî piştî ku zêde alkol vexwaribû, serxweş bûbû dema ku li kolanê dimeşiya êrişî kûçikekî biçûk kir, berê ew gez kir û piştre li erdê xist.

Welatiyên ku bûyer dît, yekser agahî da hêzên tenduristiyê û cendirmeyan.

Tîmên tenduristiyê yên ku gihîştin herêmê, ji ber helwestên tund ên êrişkar nikarîbûn nêzîkî wî bibin lê cendirmeyan midaxele kir.

Omer V. ji aliyê cendirmeyan ve hat desterkirin û dema wan xwest wî bibin ambulansê da ku were dermankirin, wî tedawî red kir.

Kûçikê biçûk jî ji aliyê welatiyan û tîman ve hat dermankirin.

Hat ragihandin ku rewşa tenduristiyê ya kûçik baş e lê ji ber tundûtûjiya ku dîtiye gelekî tirsiyaye.

Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam dike.