Tîma Rûdawê ya Enqereyê hat xelatkirin
Enqere (Rûdaw) - Tora Medyayî ya Rûdawê heta niha gelek caran bi weşanên xwe deng vedaye û karmendên Rûdawê jî gelek caran hatine xelatkirin.
Herî dawî Nûnerê Rûdawê yê Enqereyê Şewket Herkî û kameramanê Rûdawê Esat Aydin ji bo tevkariya wan a di berhema bi navê “MEşewitîne” de hatin xelatkirin.
Rûdawê di dema şewatên daristanên Tirkiyeyê de bi weşaneke berfireh mijar gihandibû hemû cihanê.
Şewket Herkî û Esat Aydin, ji ber weşana şewatên daristanan li Enqereya paytexta Tirkiyeyê hatin xelatkirin.
Tîma Rûdawê xelatên xwe ji destê Wezîrê Çandinî û Daristanan ê Tirkiyeyê Îbrahîm Yumakli wergirtin.
Rûdaw wekî dezgeheke nimûne tê dîtin
Tora Medyayê ya Rûdawê wekî gelek bûyeran, di derbarê şewatên daristanên Tirkiyeyê de jî bi weşana xwe wekî yek ji dezgehên serkeftî û nimûne hatibû dîtin.
Komeleya Kameramanên Nûçeyan a Tirkiyeyê (THKD) merasîma xelatan saz kir.
Serokê THKDyê Aytekîn Polatel di merasîma xelatdayînê de ji Rûdawê re axivî û got, "Rojnamegeran bi berfirehî bi pênûsa xwe behsa xatireyên xwe yên dema şewatê kirin.
Rûdaw yek ji wan dezgehan e ku di vê mijarê de bi berpirsiyarî kar kiriye.
Hevkarên we ya ji destê wan hatiye kirine. Me jî wekî Komeleya Kameramanên Nûçeyan a Tirkiyeyê karekî ku civakê hişyar bike pêk anî.
Me bîreveriyên we û tecrûbeyên we wekî pertûkek dane çapkirin."
Pertûka "MEşewitîne" hat amadekirin
Komeleya Kameramanên Nûçeyan a Tirkiyeyê di derbarê rola medyayê ya di şewatên daristanan de bi navê "MEşewitîne" pirtûkek amade kir.
Di pirtûkê de cih ji tecrûbe û xebatên karmendên Rûdawê Şewket Herkî û Esat Aydin jî re hate veqetandin.
Her du karmendên Rûdawê di pirtûka navborî de bi berfirehî behsa weşana Rûdawê ya di dema şewatên daristanan de kir.
"Daristan mîrasa me ya hevpar e"
Serokê Sendikaya Karmendên Daristanan Settar Arslan jî her wiha got, "Min beşeke nivîsên we yên di pirtûkê de xwendin. Pênûsa we sax be, dilê we sax be, hesasiyeta we gelekî hêja ye.
Daristan mîrasa me ya hevpar e. Pêwîst e em hemû lê xwedî derkevin."
Nûçegihan û kameramanên Tora Medyayî ya Rûdawê yên ofîsên Enqerê, Amed û Stenbolê heta niha gelekî caran ji ber karên xwe yên serkeftî hatine xelatkirin.