Erdogan: Berî ku felaketeke mezin pêk were destên xwe ji ser tetîkan rakin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hişyarî da û bang kir ku divê Îran û Îsraîl destên xwe ji ser tetîkan rakin da ku bandorê şer li Ewropa û Asyayê jî çênebe.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser şerê Îran û Îsraîlê hişyarî da û eşkere kir ku şer bi lez ber bi xaleke bêveger û xeternak ve diçe.
Erdogan di Foruma Ciwanan a Teşkîlata Hevkariya Îslamî axivî û bal kişand ser metirsiya şerekî berfireh li herêmê.
"Dest ji ser tetîkan bikişînin"
Erdogan got, "Ji bo ku zêdetir windahiyên sivîlan çênebin û ji bo ku karesateke mezin a ku dikare bi salan bandorê li Ewropa û Asyayê bike rû nede divê dest ji ser tetîkan bên kişandin."
Serokkomarê Tirkiyeyê bang li hêzên navneteweyî yên bandora wan li ser Îsraîlê heye kir û wiha got: "Divê ew hêz neyên lîstika Netanyahu û divê nifûza xwe ne ji bo kûrkirina şer lê ji bo pêkanîna agirbest û aramiyê li tevahiya herêmê bi kar bînin."
"Netanyahu wekî Hitler e"
Erdogan di axaftina xwe de Hikûmeta Îsraîlê bi tundî rexne kir û anî zimên ku berpirsê yekem ê komkujiya Xezeyê Hikûmeta Netanyahu ye û kesên ku li hemberî komkujiyan bêdeng dimînin jî şirîkên vî sûcî ne.
"Tirkiye amade ye piştgiriyê bide aştiyê"
Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku Tirkiye amade ye piştgirî û alîkariyê bide her pêngaveke samîmî ya ku ji bo aştiyê were avêtin.
Erdogan wiha domand, "Em naxwazin li cografyaya xwe zêdetir kaos, pevçûn, şer û mirina sivîlan bibînin. Em her tim dibêjin bijî Filîstîna azad."