Li Samsunê di bûyereke trafîkê de 19 kes birîndar bûn

20-07-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çarşamba ser bi bajarê Samsunê yê Tirkiyê ve minîbûsa serwîs û otomobîlek li hev qelibîn û minîbûs wergeriya. Di bûyerê de 19 kes birîndar bûn.

Bûyer îro 20ê Temûza 2023an li ser rêya Samsun-Orduyê derdora Beylerceyê qewimî. Di bûyerê de minîbûs û otomobîlek li hev qelibîn û minîbûs wergeriya. Di encam de 19 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirûstiyê bo cihê bûyerê hatin şandin. Di bûyerê de şofêrê otomobîlê jî ligel 19 kes birîndar bûn. Birîndar bi ambûlansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Çarşambayê hatin veguhestin.

Birîndarek jî ji ber rewşa wî giran bû bo Navenda Serlêdan û Lêkolînê ya Tenduristiyê ya Zanîngeha Ondokuz Mayıs hat veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst