Serokê CHPyê: Em amade ne piştgiriyê bidin pêvajoyê

Stenbol (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel ragihand ku ew amade ne ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin pêvajoya çareseriyê lê ew dê li hemberî hewldanên ji bo bidestxistina berjewendiyên siyasî bêdeng nemînin.

Serokê CHPyê Ozgur îdia kir ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan pêvajoya niha wekî ji bo partiya xwe li "rêyeke derketinê” bi kar tîne.

Ozgur Ozel amaje bi daxuyaniya Erdogan a li Kizilcahamamê kir ku tê de gotibû, "Me û MHPê biryar daye bi DEM Partiyê re bimeşin" û wiha pê de çû:

“Erdogan hewl da vê wekî hepyemaniyeke siyasî nîşan bide. Piştî ku ji hemû aliyên civakê bertek hatin nîşandan û DEM Partiyê jî ev yek sererast kir, vê carê ev beş ji axaftina wî hat derxistin.”

Ozgur Ozel diyar kir ku ew ne li gorî berjewendiyên partiya xwe, lê li gorî berjewendiyên Tirkiyeyê li pêvajoyê dinêrin û got, "Lê Erdogan ji bo xwe li rêyeke derketinê digere.

Ev helwesteke gelekî berjewendîperest e û zererê dide pêvajoyê. Kesên li hemberî wî nexişîm in. Her kesî dît ku ew hewl dide çi bike.”

Pêşniyara "Maseya Çareseriyê"

Ozel pêşniyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurdan li Parlamentoya Tirkiyeyê bi beşdariya hemû partiyan “maseyeke çareseriyê” were damezrandin û got:

“Ev dê ne maseyeke şer be lê dê maseyeke çareseriyê be.”

Serokê CHPyê rexne li zext, desteserkirin û girtina endamên DEM Partiyê yên ku di çarçoveya "Hevpeymaniya Bajaran" de ji lîsteyên CHPyê hatibûn hilbijartin girt û ev yek wekî nakokiyeke mezin di pêvajoyê de bi nav kir.

Ozgur Ozel got, “Hûn nikarin hem qala muzakereyên bi siyaseta Kurd re bikin, hem jî ji ber Hevpeymaniya Bajaran hevalên me di girtîgehan de bihêlin.

Gelek endam û burokratên me ji ber vê hevpeymaniyê di zindanan de ne. Ev yek nayê qebûlkirin û pêvajoyê ji binî ve sabote dike.”

Ozel her wiha bersiva bangên Erdogan ên wekî "bila siyaseta Enqereyê bikin û dest ji mîtîngan berdin" da û got:

"Armanca me ji mîtîngan ne rizgarkirina hevalên me ji darizandinê ye lê misogerkirina darizandineke adil e.

Erdogan bi xwe heta cezayê wî misoger bû nehat girtin. Em jî ji bo hevalên xwe heman miameleyê dixwazin.”

Serokê CHPyê tekez kir ku ew amade ne ji bo berjewendiyên Tirkiyeyê piştgiriyê bidin pêvajoyê lê ew dê li hemberî hewldanên Erdogan ên ji bo berjewendiyên siyasî yên partiya wî bêdeng nemînin.