Oral Çalişlar: Dijminên Tirkiyê zêde ne

Hewlêr (Rûdaw) - Lêkolîner Oral Çalişlar dibêje, Tirkiyê şêwazê siyaseta xwe ya çareserkirina pirsgirêkan guhertiye û siyatea zebr û hêzê daniye ber xwe û tekez jî dike, “Dostên Tirkiyê kêm û dijminên wê zêde ne û ev rewş jî hemwelatiyan nîgeran dike.”

Lêkolîner û nivîskar Oral Çalişlar beşdarî bultena 15.00 ya taybet bi Bakurê Kurdistanê ya Rûdawê bû û behsa “mizgînî”ya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û dawîn pêşhatên li navçeyê kir.

Oral Çalişlar jî amaje bi gotegên egera dîtina çavkaniyek petrol an gaza siruştî li Derya Reş kir û got ku niha diyar nîne ka çi hatiye dîtin û dê lêçûnên wê çiqas bin û ragihand, “eger tişta hatiye dîtin petrol be û xerciyên wê kêm be, dê bo aboriya Tirkiyê gelek baş be.”

Derbarê rikaberî û milmilaneyên di navbera Tirkiye û welatên din ên navçeyê de li Derya Spî û deverên din, Çalişlar amaje bi wê kir ku Tirkiyê destpêkê siyaseta nebûna ti pirsgirêkekê li gel cîranan dimeşand lê dibêje, “Grîfta li Sûriyê û rawestana Proseya Çareseriyê li Tirkiyê têkilî serobin kirin. Çareserkirina meseleyên xwe ne bi guftugoyê lê stratejiya zor û hêzê da pêşiya xwe û ev ne li derve û ne li navxwe ne tiştekî hêsan e.”

Oral Çalişlar dibêje, li gel siyaseta niha ya tê meşandin, “dostên Tirkiyê kêm û dijminên wê zêde ne û hemwelatî jî ji vê yekê nîgeranin.”

Lêkolîner û nivîskar Oral Çalişlar derbarê girjî û peywendiyên din navbera Tirkiye û welatên Ewropayê de jî got, “Ne tenê rojhilatê Derya Spî, pirsgirêkên cor bi cor hene. Pirsgirêka ewil di navbera Tirkiye û Yunanê de qada serweriyê ye li Ege û Derya Spî. Ev nîqaşeke gelek kevn e. Nehatiye çareserkirin û tê asta şer. Divê Dîwana Adaletê ya Navdewletî vê mijara qada serweriyê çareser bike. Eger şer çê bibe bo herdu aliyan jî zirar e.”

Ew nivîskarê Tirk tekeziyê li ser wê yekê dike ku divê Tirkiye derbarê pirsgirêkên li Derya Spî û li deverên din li navçeyê bi welatan re rûne û wan pirsgirêkan çareser bike û derbarê egera sepandina cezayan ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve bi ser Tirkiyê de jî diyar dike, “Ji xwe peywendiyên Tirkiye û YEyê aloz in. Eger zêdetir bi ser Tirkiyê de bên û bi tenê bihêlin, Tirkiye dê li tiştên din bigere. Eger YE Tirkiyê tengav bike dê encamên nexweş derbikevin.”