Dayîkên Şemiyê: Bila Komîsyona Heqîqetê were avakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dayîkên Şemiyê li Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê hatin guhdarîkirin û wan ji bo lêkolîna çarenivîsa kesên di dema desteserkirinê de hatine windakirin, avakirina "Komîsyona Heqîqetê" xwest.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoyê 5emîn civîna xwe li dar xist û guh da daxwaz û pêşniyarên Dayîkên Şemiyê yên ji bo çareseriyê.

Yek ji Dayîkên Şemiyê Îkbal Yariciyê ji bo birayê xwe Hayrettîn Eren û hemû kesên winda û çarenivîsa wan nediyar edalet xwest. 

Îkbal Yariciyê diyar kir ku armanca wan pêkanîna edaletê ye û xwest komîsyoneke ku ew bi xwe jî tê de cih bigirin were avakirin da ku birînên civakê werin pêçan.

“Wan bavê min  bi zorê  li Toroseke spî siwar kir”

Besna Tosunê jî ku beşdarî civîna komîsyonê bûbû, çîroka windakirina bavê xwe Fehmî Tosun parve kir û got:

"Dayîka min dîtiye ku sê kesan bi zorê bavê min li toroseke spî siwar kiriye.

Me di heman demê de qêrîna dê û bavê xwe bihîst. Ya herî biçûk di nav me de 5 salî û ya herî mezin jî 14 salî bû.

Em bi bez çûn jêr, wan bi zorê bavê min li otomo siwar dikir."

Tosun da zanîn ku ev 30 sal in li wê otomobîlê digerin da ku tiştekî ji çarenivîsa bavê xwe bizanin lê ji hewldanên wan ên hiqûqî ti encam derneketiye û hemû saziyên dewletê desteserkirina bavê wê înkar kiriye

Besna Tosun piştre jî daxwazên hevbeş ên Dayîkên Şemiyê anîn ziman û hinek ji wan ev in:

  • Bila biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûra Bingehîn bên bicihanîn.
  • Bila qedexeya kêfî ya li ser Qada Galatasarayê bi dawî bibe.
  • Bila di bin sîwana Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê de, ji bo lêkolîna windayên di dema desteserkirinê de "Komîsyona Heqîqetê" were avakirin.
  • Bila dewlet berpirsiyariya xwe ya di sûcê windakirina mirovan de qebûl bike.
  • Bila çarenivîsa kesên di dema desteserkirinê de hatine windakirin bê eşkerekirin û termên wan radestî malbatên wan bên kirin.
  • Bila dawî li bêcezahiştina ku kiryar û berpirsan diparêze were anîn û edalet pêk were.
  • Bila ji bo ku kiryara windakirinê wekî sûcekî li dijî mirovahiyê were qebûlkirin û cezakirin, sererastkirinên yasayî bên kirin.

Dayîkên Şemiyê ji 27ê Gulana 1995an ve her hefte li qada Galatasarayê ya Stenbolê çalakiyan li dar dixin û ji bo xizmên xwe yên di salên 90î de hatine windakirin, edaletê dixwazin.

Li gorî raporên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çarenivîsa 8 hezar kesên di dema desteserkirinê de hatine windakirin hîn jî ne diyar e.