Li Muglayê ji ber şewata li daristanê 218 mal hatin valakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Koycegîzê ya Muglayê ji ber metirsiya şewata li daristanê 218 mal hatin valakirin û 582 kes ji bo cihekî ewle hatin veguhastin.
Şewata li daristanê şeva borî li taxa Akkopruyê ya navçeya Koycegîzê ya Muglayê dest pê kir.
Agir bi bandora bayê li qadeke berfireh belav bû û metirsî li ser cihên niştecihbûnê çêkir.
Xebatên vemirandinê yên ji bejayê ve heta sibehê domiya û ji sibehê ve jî helîkopter û balafirên agirkujiyê midaxeleyî şewatê dikin.
Tîm bi 10 balafir, 14 helîkopter, 143 wesayitên agirkujiyê û 939 personelan hewl didin agir vemirînin.
Ji ber metirsiya şewatê li taxên Akkopru, Sazak û Pinarê 218 mal hatin valakirin û 582 welatî ji bo cihên ewle hatin veguhastin.
Her wiha ji heman taxan 997 ser pez û 496 ser dewar jî hatin derxistin.
Li gorî agahiyên destpêkê, heta niha 2 depo û 2 axur şewitîne û 10 ser pez jî mirar bûne.
Hat ragihandin ku xebatên tîman ên ji bo vemirandina şewatê berdewam in.