Ji berîka wî mar derket, ceza lê hat birîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Konyayê ya Tirkiyeyê di dema kontroleke asayîşê de ji berîka kesekî marekî pîton ê biçûk derket.

Li gorî agahiyan, di dema kontroleke rutîn a hêzên ewlehiyê de di berîka kesekî de çêlîkekî maran ê pîton hatiye dîtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên Midûriyeta Parastina Siruşt û Parkên Neteweyî (DKMP) çûne cihê bûyerê û wan dest daniye ser pîtonê biçûk.

Hat zanîn ku ceza li kesê ku mar hilgirtibû hatiye birîn.

Pîton ji bo kontrola tenduristiyê radestî Baxçeyê Ajalan ê Karatayê hat kirin.

Rayedaran daxuyaniyek da û bi bîr xist ku girtin, xwedîkirin û firotina ajalên kovî qedexe ye.