Tuncer Bakirhan: Heviyên me ji pêvajoyê hene

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku ji bo pêvajoyê çareseriyê hêviyên wan hene lê bêdengiya hikûmetê jî aloziyan zêdetir dike.

Tuncer Bakirhan behsa girtina Ekrem Îmamoglu û operasyonên li ser şaredariyên CHPyê jî kir û got:

"Ew wekî navê wê yekê hat fêmkirin ku 'em bi aliyekî re li ser aştiyê diaxivin lê em dikarin siyasetê li gorî dilê xwe dîzayn bikin.'

Di vê qonaxê de derketiye holê ku ev rewşeke çiqasî şaş bû. Divê aqilê ku vê operasyonê birêve dibe, êdî dev ji vê rewşê berde."

Bakirhan anî zimên ku vê pêngavê nîşan daye ku aştî tenê bi têkoşîna hevpar a hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê mimkun e.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê ji rojnamegerê T24ê Murat Sabuncû re axivî.

"Bêdengiya desthilatê aloziyê zêdetir dike"

Bakirhan bal kişand ser pêşhatên dawî yên pêvajoyû helwesta hikûmetê jî û got, "Bêdengiya desthilatê û helwesta wê ya nezelal a derbarê pêvajoyê de, aloziya di nava civakê de zêdetir dike.

Heta ku çarçoveya pêvajoya çareseriyê neyê axaftin, wê valahiyê gotegot û hewlên provokasyonê tije dikin."

Rola Abdullah Ocalan û partiyan

Hevserokê DEM Partiyê rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de wekî "navendî" pênase kir û got, "Ew ne tenê li Tirkiyeyê lê di nav Kurdên her çar parçeyan de yek ji wan aktorên e ku navendeke referansa siyasî û îdeolojîk e."

Bakirhan banga Ocalan a 27ê Sibatê ya ji bo danîna çekan wekî "derfeteke dîrokî" bi nav kir û da zanîn ku daxwaza wî ya hevdîtina bi Komîsyona re ne tawîz lê siyaseteke rasyonel û pêdiviya aqilê dewletê ye.

Peyam gelekî zelal e, pêvajo ne yekalî ye û dualî ye."

"Divê CHP bibe lîstiksaz"

Tuncer Bakirhan hebûna Ozgur Ozel a di serokatiya CHPyê de wekî "şensekî mezin" ji bo vê serdema dîrokî nirxand û wiha pê de çû: "Di vê serdemê de divê CHP ne tenê di pozîsyona piştgiriyê de be, divê bibe lîstiksaz.

CHPya ku mîtîngên mezin li dijî qeyûman li dar dixe, dikare bi lidarxistina mîtîngên aştiyê piştgiriyeke xurt bide pêvajoyê."

"Demîrtaş li cihê ku DEM Partî lê ye disekine"

Bakirhan li ser pirsa cihê Selahattîn Demîrtaş ê di pêvajoyê de bi awayekî zelal bersiv da û got:

"DEM Partî li kû dera pêvajoyê be, hevalê hêja Demîrtaş jî li wir e. Ne gavekê li pêş û ne jî santîmekê li paş e."

"Hêviyên me hene"

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê di dawiya axaftina xwe de anî zimên ku ew ji bo paşerojê bi hêvî ne û got, "Erê, hêviyên me hene. Ji ber ku navê îro yê wan hêviyan îradeya siyasî ye; ne rewşeke hestyarî ye.

Hêviyên me ne girêdayî lutfên desthilatê ne lê girêdayî îradeya gelan a aştîxwaz û têkoşîna me ya demokratîk a rêxistinkirî ne.

Wekî di straneke Kurdî de derbas dibe 'me gelek ba û bahoz dît lê em neşikestin...' Tiştê ku vê pêk tîne, hêvî bi xwe ye."